Li Îran çalakiyên xwepêşandêran her diçe gur dibe

Çalakiyên ku bi grevên xwendekaran mezin bûn, kampusên zanîngehan veguherandin qadên mîtîngê. Xwendekaran peyama "Ne Şah ne Mela" da.

1 deqe xwendin
Li Îran çalakiyên xwepêşandêran her diçe gur dibe

Xwepêşandanên ku li Îran û Rojhilat di 28ê kanûna 2025an de li Bazara Tehranê li dijî krîza aborî dest pê kiribûn, li seranserê welat belav dibin û berdewam dikin. Di encama mudaxeleya rejîma Îranê ya bi fîşekên rastî de gelek kesan jiyana xwe ji dest da. Ji ber ambargoya înternetê ya li seranserê welat, têkiliya welatiyan bi cîhana derve re bi giranî qut bûye.

Piştî dîrokên 7-8ê Rêbendanê ku rejîmê bi çekên giran êrîş kiribû, di 17-18ê sibatê de ji bo kesên jiyana xwe ji dest dabûn bîranînên roja 40î hatin lidarxistin. Di çar rojên dawî de bi grevên ku xwendekarên zanîngehê dane destpêkirin, xwepêşandan dîsa gur bûn. Xwendekaran bi banga ku di 21ê sibatê de kiribûn, ragihandibûn ku ew ê di 23ê sibatê de herin grevê.

Bi hezaran xwendekarên ku di nava rojê de kampus tijî kirin, bi dirûşmên ‘Ji dîktator re mirin’ û ‘Azadî’ zanîngeh veguherandin qadên mîtîngê.

Li zangoyan pêla protestoyan

Xwendekarên Zanîngeha Tarbiat Modares a Teheranê, bi dirûşmên li dijî Hamaney li hundurê kampusê civiyan. Xwendekaran peyamên “Heta ku mela neyê kefenkirin, ev welat nabe welatekî rastî” û “Ev peyama dawî ye armanca sereke rejîm bi xwe ye” dan.

Hat diyarkirin ku li Zanîngeha Şerîf a ku pêşengiya banga grevê ya 23ê sibatê dikir, hêzên rejîmê yên bi kincên sivîl hewl dane rê li ber xwendekarên ku dixwestin beşdarî protestoyan bibin bigirin. Xwendekarên ku daxuyanî dan, rejîm wekî “çeteyên çekdar û kujer” pênase kirin û bang li gel kirin ku li ber zanîngehan piştevaniyê bikin.

Xwendekarên Zanîngeha Tehranê hevdîtineke girseyî pêk anîn. Dirûşmên ‘Ji dîktator re mirin’, ‘Ev gulê çilmisî, diyariyê welat bû’ û ‘Heta mela neyê kefenkirin ev welat nabe welatekî rastî’ hatin berzkirin.

Xwendekarên Zanîngeha Alzahra bi wêneyên hevalên xwe yên hatine qetilkirin beşdarî çalakiyan bûn.

Li Zanîngeha Zanist û Kultûrê bi sedan xwendekaran protesto li dar xistin.

Xwendekarên li Zanîngeha Amirkabir civiyan, peyama “Ne şah ne mela” dan.

Li Zanîngeha Teknolojiyê ya Îsfahanê xwendekar hatin cem hev û bi dirûşmên ‘Ev sal sala xwînê ye Seyîd Elî dê bê rûxandin’ û ‘Piştî sûcên bi salan mirin ji bo vê rêveberiya wesayetê’ li dijî rejîmê çalakî kirin.

Xwendekarên Zanîngeha Zanist û Kultûrê her wiha peyama “Em ê riya hezkariyên xwe bidomînin” dan; di dema xwepêşandêran de dirûşmên ‘Yek ji me bimire dê bi hezaran jîn bin’ û ‘Besîcî, Sipahî, DAIŞ hûn in’ hatin berzkirin.