Dorpêça li ser Kobanê didome

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava (NRLS), derbarê êrişên hêzên çekdar ên Hikumeta Demkî ya Şamê yên li ser Bakur û Rojhiatê Sûriyeyê, raporek eşkere kir. Di raporê de hat diyarkirin ku ji serê sala 2026an ve, li dijî sivîlan pegala qirkirin, revandin û birçîhiştinê tê meşandin.

1 deqe xwendin
Dorpêça li ser Kobanê didome

Hêzên çekdar ên Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê di 6ê çileyê de êrişî taxên kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê kiribû. Piştî çend rojan heman hêzan êrişî bajarên Reqa, Tebqa û Deyrazor kiribûn. Hêzên Sûriya Demokratîk di demeke kin de ji bo ku di navbera gelê kurd û gelê ereb de şerekî giran dernekeve biryara ji van bajaran paş ve vekişe dabû. Lê hêzên HTŞê jin û zar jî di nav de êrişî sivîlan kiribû. Di encama xwedî li Rojava derketina gelê Kurd û berxwedana hêzên HSDê de, di 29ê çileyê de, di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikumeta Demkî ya Şamê de peymenek hatibû îmzekirin. Ruxmê vê peymanê jî dorpoêça li ser Kobaniyê hê jî didome.

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava (NRLS), derbarê êrişên hêzên çekdar ên Hikumeta Demkî ya Şamê yên li ser Bakûr û Rojhiatê Sûriyeyê, raporek aşkere kir.

Bîlançoya mirinê: 1.200 kesî jiyana xwe ji dest da

Li gorî raporê, êrişên ku bi awayekî sîstematîk tên meşandin, bîlançoyeke giran a mirovî li pey xwe hiştiye. Hat ragihandin ku heta niha herî kêm 1.200 kes hatine kuştin ku piraniya wan jin û zarok in. NRLS balê dikişîne ku ev êriş ne tenê leşkerî ne, lê rasterast vîna gelê herêmê dikin armanc.

Wendayî û êşkenceya li girtîgehan

Daneyên raporê binpêkirina mafan wiha radixe ber çavan. Li gorî van daneyan Zêdetirî 2.000 sivîl ji aliyê çekdarên rejîmê ve hatine revandin. Çarenûsa 526 kesan nayê zanîn û malbatên wan di nava fikarên mezin de ne. Rejîm cenazeyên 270 qurbaniyan nade malbatên wan. Hat piştrastkirin ku li girtîgehên Şeqîf û Helebê li 1.000 girtiyan êşkenceyên giran tên kirin.

Pêleke nû ya koçberiyê

Rapor balê dikişîne li ser rewşa koçberiyiyê jî û van agahiyan dide: “Ji ber şer û zextên hêzên hikûmetê, bi sed hezaran mirov neçar man ku malên xwe biterikînin. Tenê ji Helebê bêtirî 160 hezar kes koçber bûne. Ji herêmên Reqa û Tebqayê jî zêdetirî 100 hezar kesî berê xwe dane herêmên ewle yên Rêveberiya Xweser.”

Dorpêç û birçîhiştin wekî çek tên bikaranîn

NRLS radigihîne ku artêşa Sûriyeyê bajarên Rojava dorpêç kiriye û di derbarê dorpêçê ee jî van agahiyan dide: “Dorpêça li ser Kobanê ji mehekê derbas kir; derman û pêdiviyên jiyanî nakevin bajêr. Li dijî Hesekê jî polîtîkayeke “birçîhiştinê” ya bi zanebûn tê meşandin da ku gel serî bitewîne.” NRLSê herî dawî diyar kir ku ev tablo ne tenê binpêkirina mafan e, lê belê hewildana têkbirina pergala demokratîk a herêmê ye.