Koordînasyona Jinan a Kantona Firatê: Em bang li civata navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan korîdoreke ya gihandin û alîkariyan vebikin
Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê bang li hêzên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan kir ku berpirsiyariyên xwe yên yasayî û exlaqî bi cîh bînin, dorpêça li ser bajarê Kobanê bi dawî bikin û korîdoreke ya gihandin û alîkariyan vebikin.

Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê der barê dorpêça li ser bajarê Kobanê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrişên çeteyên hikûmeta demkî yên bi piştgiriya dewleta tirkiyê pêkanînên hovane li dijî gel û bi taybet jî li dijî jinan hatin kirin bidin rawestandin. Lewra ev pêkanîn li dijî jinên bi leheng ku li dijî terora çeteyan bi fedakariyeke mezin li berxwedane, roleke teware di parastina civakê û nirxên mirovahiyê lîstine de pêk hatiye dibînin
Koordînasyonê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ev 14 roj e dorpêçeke giran li Kobanê hatiye ferzkirin ku kehrebe, av, internet hatiye qutkirin, madeyên bingehîn, xurek, mazot û şîrê zarokan nemaye gel di nava rewşeke xetere de dijî. Niha jiyana bi deh hezaran welatiyan nemaze ya zarokan di xeteriyê de ye.
Koordînasyonê anî ziman ku li Kobanê derdora 600 hezar kes dijîn, û rû bi rûyî astengî û zehmetiyên mezin in hene.
Koordînasyona Jinan bang li civata navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û hiqûqî kir ku li erkên xwe yên yasayî û exlaqî derkevin, dorpêçên çeteyan rakin, korîdoreke ji bo derbaskirina alîkariyên mirovan vekin.
Kordînasyonê bang li gel kir ku li hember tevahî astengiyan hevgirtina xwe xurt bikin, jin erkên mezin ên parastina destkeftiyên xwe û mafên xwe hilgirtine pêk bînin.


