Korona, tenêtî û vegera li xwe!
Dinya careke din bi pandemiyeke sosret re rû bi rû ye. Ev ne ya ewil û ew ê ne ya dawî be jî.

Dinya careke din bi pandemiyeke sosret re rû bi rû ye. Ev ne ya ewil û ew ê ne ya dawî be jî. Mirovahî berê jî bi nexweşiyên wiha re kete nav qayişkêşanê û ji ber nexweşiyên bi vî rengî gelek kesan jiyana xwe ji dest da. Vaye dîsa hêlan e û ev çend meh in pandemiyek bi navê koronayê li ber deriyê me mexel hatiye û nahêle em ji malê derkevin. Em tev hêsîrê wê ne, hema bêje hemû dinya matmayî li bandora vê pandemiyê temaşe dike. Dilop bi dilop, peşk bi peşk belav dibe. Roj bi roj çeper firehtir dibe.
Di van wextan de me çikir, em çi dikin û em ê çibikin gelo?
Yên ji tenêtiyê aciz bûn, yên li ber xwe didin; yên di malê de xwe xwarin; yên tu fikarek wan tune ji vê rewşê; yên ji hezkiriyên xwe dûr man; yên mecbûr man bixebitin; yên di rewşên wiha de jî nikaribûn bibin xwedî tevdîr û betlaneyekê! Hema wisa bi carekê dinya cemidî. Her kes di ciyê xwe de neçar ma wek di dafikekê de bipirpite. Lê ya girîng ew e ku mirov çawa ji van dafikan bifilite û bêyî xwe zêde xwîn bike li riyên xelasiyê bigere. Di van rojan de dilê me çiqas zîz bû û em çiqas li ser vê rewşê ponijîn.
Gelo me berê xwe da çi? Em bi çi re mijûl bûn? Em serê xwe bi çi diêşînin?
Gotina, “Ew ê êdî tu tişt nebe wek berê!” di kerikên guhên min de olan dide. Çi gotineke qerase. Mirov ditirse. Ji dil jî wê nebe wek berê gelo? Jixwe “berê” jî ewqas ne baş bû. Evcar dê xerabtir bibe. Gelo dê mirov li hev û li dinyayê werin rehmê an na? Elbet di destê me de ye ev yek, ez jî di wê baweriyê de me. Lê destê me ne li ser dilê me ye mixabin. Hêvîdar im bi saya vê bobelatê destê me here ser dilê me, pozê me ji hin tiştan bişewite û her yek ji me karibe bibe xwedî bîr û bîranînek. Û ev bîr û bîranînên me ji yên “berê” çêtir bin.
Di vê pêvajoyê de her kes bîra xwe kola û hinek li xwe û li zaroktiya xwe vegeriyan. Di van mehan de tişta herî dilê min geş kir û ez pê kêfxweş bûm ev veger e. Gelek kesan bi riya wêneyan ev yek kir. Ji arşîvên xwe yên bi toz derxistin bîranînên salan. Dîsa hin kes li serboriyên xwe li hevaltiyên berê vegeriyan. Hin kes li çîrokên xwe yên nîvco, hin kes li helbestên xwe, hin kes li pirtûkên xwe, hin kes li zarokên xwe, hin kes li bira û pismamên xwe, hin kes li dilketiyên xwe yên berê. Hin kes li heywanên xwe. Hin kes li xwezayê vegeriyan. Bêguman mirov dikare dirêj bike. Lê tişta dixwazim bibêjim her mirov kêm zêde di van demên zor de ber bi rabirdûya xwe rêwîtiyekê kir. Vegerek çêbû. Ev yek hêza tenêtiyê ye ku mirov bi xwe re rû bi rû dihêle û li xwe vedigerîne. Kî çiqas tişt zeft kir ango çiqas tişt dît û bi bîr anî ez nizanim lê li gor çavdêriyên min her kes li gor xwe rêwîtiyek kir. Ev yek tiştekî baş e û divê tenê ne di rojên wiha de her wiha divê di jiyana me de tim hebin rêwîtiyên wisa. Ji ber ku “Her kes dikare pêşeroja xwe bibîne lê kes naxwaze paşeroja xwe bi bîr bîne!” Ev hinek zehmet e ji lewre xirecira vî zemanî û lez û beza mirovên vî zemanî nahêle ku mirov bêhnekê bistîne û rêwîtiyan bike. Tenê hatiye


