Kûçik revand, rovî şopand, gur kuşt!

Ji salên 90î heta niha, ev bûyerên weke yên Gulistan û Rojwelat ne bûyerên takekesî ne, berovajî wê dewlet sîstematîk û bi taybetî bi ser jinên kurd de tê.

1 deqe xwendin
Kûçik revand, rovî şopand, gur kuşt!

Bi rojan e em nûçeyên derbarê Gulistan Doku dixwînin. Em dibînîn kûçik revandiye, rovî şopandiye û gur jî kuştiye, hirçan jî wenda kiriye; walî, kurê wî, polîs, cerdevan û sîxur. Ev bendên ku ev kes li ser gihîştine hev ne nû ne û em ne xemên van navan in. Dewleta tirk her dem sîstematîk bi ser kurdan ve hatiye û taybetî jinen kurd hedef girtine. Kevneşopî û hesasiyetên kurdan yên weke mijara 'namûs'ê li hember kurdan bi kar anîne.

Ev 6 sal in dayika Gulistan Doku dinale, deng û hawara wê ji beyarên Dêrsimê kêm nebûye. Rayedarên dewletê hawara wê nebihîstin, rayedar ker û lal bûn. Lê ji ber nakokiyên navxweyî, bi carekê ve waliyê Dêrsimê yê berê, kurê wî û gelek kesên din hatin girtin. Lêkolîna derbarê mijarê çiqas kûr dibe ewqas jî qirêjiya li dijî jinên kurd aşkeretir dibe. 

Gulistan weke xezaleke narîn li serê çiyayê Duzgunbaba, weke Rojwelat û gelek jinên kurd ên din, di destê van hovan de, bi hêviya jiyaneke xweştir bûne lîstokên neyaran û wan dawiya dawî jiyana xwe ji dest daye. Termê hevala Gulistan a Zanîngeha Mûnzûrê Rojwelat Kizmaz, di bendava Heskîfê de hat dîtin. Her du jinên kurd xwedê zanibe çawa di destê van hovan de mane, an jî bûne şahidên kiryarên qirêj.

Ji salên 90î heta niha, ev bûyerên weke yên Gulistan û Rojwelat ne bûyerên takekesî ne, berovajî wê dewlet sîstematîk û bi taybetî bi ser jinên kurd de tê.

Dewlet bi destê xwe, jinkuj û mêrkujên kirêt di bin navê rayedaran de anîn Kurdistanê. Hemû derfetên dewletê dan destê wan, bê ser û ber azad berdan nav gel. 

Gotina tirkan a navdar dibêje 'kurdê herî baş kurdê mirî ye' ev peyva nijadperest bingeha kuştina jinên kurd ên weke Gulistan Doku ye. Her kiryarek rûreşiya li hember kurdan, rewa ye. Ji ber kurdan weke (terorîst) dibînin. Ji bo wî jî kurê walî ye berê ku destdirêjî li Gulistanê kiriye û piştre kuştiye, dibêje me li hember terorîstan têkoşîn dikir. Wêneyên wî yên bi çek nîşana feraseta wî û bavê wî zelal nîşan dide, herî zêde feraseta ku li ser hîmê înkar û îmhayê hatiye damezrandin nîşan dide.

Li Dêrsima di salên 1937-38an de zarokên kurd di şikeftan de şewitandin, bombe kirin, kevir li ser keviran nehiştin. Zikê jinên ducanî bi xenceran dirandin û zarokên kurd bi zindî avêtin çemê Mûnzûrê. Dewleta ku hîn jî, hesabê wan bûyeran nedaye, dengê hawara dayika Gulistanan ji ku dibihîze. 

Gelek jinên kurd bi hêviyeke jiyana nûjen ango xweştir, bi dilê paqij hevaltiya hinek kesên ku zikreş in û bi nijadperestiya tirktiyê terbiye bûne dikin, lê nizanin 'dijmin' nabin dost.

Ew ê ev doz heta cihekî biçe û hinek kes bên girtin, ceza jî bixwin lê feraseta ku Gulistanan û Rojwelatan bi hovane wenda dikin ti caê ew ê neyê darizandin. Lê em dizanin li ser termê Gulistanan cenga rovî, kûçik û guran e.