Ne statuya teknikî û demkî, statuya hiqûqî û siyasî
Ji bo ku ev pêvajo bi ser bikeve, divê di serî de tecrîda li ser Îmraliyê were rakirin, statuya siyasî û hiqûqî ya Ocalan were pejirandin û Ocalan wekî serokê gelê kurd were nasîn û bi zimanekî rêzdar nêzîkî wî bibin. Tenê bi vî rengî dikare were gotin ku em ber bi aştiya rastîn ve diçin.

Di van mehên dawîn de nîqaşên li ser “pêvajoya aştî û demokrasiyê” gelek in. Bi taybetî jî li ser bêdengbûna Erdogan û desthilatdariyê û ji bo derxistina zagonên pêwîstiyên pêvajoyê bêhewldana meclisê mijara nîqaşê ye. Berî gotara Bahçelî ya li rojnameya Turkgunê, li nav kurdan jî li hêlekê hêvî li hêla din jî metirsiyên mezin hebûn bê ka vê carê gaveke cidî, dilsoz û encamgir bê avêtin an neyê avêtin. Lê piştî weşandina gotara wî, gelek pirs û rexneyên tund ên wekî: “Ma di vê pêvajoyê de bi rastî armanca çareseriyê heye, an jî tenê armanc tasfiyekirin e?” derketin.
Bahçelî di gotara xwe de ji bo birêz Ocalan tenê “statuya civakî” û roleke demkî ya teknîkî ya wekî “koordînator” pêşniyar dike. Ew dibêje ku Ocalan dikare bandora xwe li fesixkirina PKKê bike, lê ev statu serokatiya siyasî, temsîliyeta neteweyî û parastina mafên gelê kurd nagire nav xwe. Ango, serokê gelê kurd tenê wekî amûrekî demkî ya teknîkî tê dîtin.
Ev nêzîkatî di serî de bêrêzdariyeke mezin e. Hem li hemberî birêz Ocalan û hem jî li hemberî bi milyonan kurdan ên ku bi salan e li dora paradîgma û têkoşîna wî kom bûne.
Gotina pêşiyan a kurdî dibêje, ‘di dil de çi hebe, ziman wî dibêje.’ Zimanê ku dewlet û Bahçelî niha bi kar tînin, mixabin hîn jî zimanê kevn ê kêmkirin û bêrêzdarkirinê ye. Gotineke din jî dibêje, ‘destpêka kar nîvê kar e.’ Eger di destpêka vê pêvajoyê de zimanê rêzdarî, wekhevî û naskirinê neyê bikaranîn, zehmet e ku ev pêvajo ji bo meseleya kurdî bibe bersiv.
Mînakên cîhanê vê rastiyê gelekî zelal nîşan didin. Nelson Mandela di pêvajoya aştiyê ya Afrîkaya Başûr de ne wekî “koordînatorek demkî”, lê wekî serokê meşrû yê gelê xwe hate pejirandin. Di aştiya bakurê Îrlandayê de serokên Sinn Féin wekî temsîlkarên siyasî yên gel hatin naskirin. Li Kolombiyayê jî serokên FARCê wekî aliyên siyasî yên meşrû hatin dîtin. Gava serokên gel bi rêzdarî û statuya xwe ya siyasî bên nasîn, pêvajo dikare bi ser bikeve. Lê gava serokên gel wekî peywireke teknîkî bê bikaranîn, ew dem li hember pêvajoyê bi tenê bêbawerî zêde dibe.
Tevgera Azad û siyaseta demokratîk her tim bi israr dibêjin ku çareseriya rastîn tenê bi naskirina mafên demokratîk ên gelê kurd, bi rakirina tecrîdê û bi rêzdariya li hember Ocalan pêkan e. Nêzîkatiya ku tenê statuya civakî ya demkî pêşniyar dike, ne tenê bi dîroka têkoşîna kurdan re nakok e, lê di heman demê de, bersiveke têr nade armanca aştiya mayînde jî.
Gotineke pêşiyan a din dibêje, ‘gotinên baş derî vedikin, gotinên xerab derî digirin.’ Niha deriyê pêvajoyê hatiye vekirin, lê eger zimanê desthilatdariyê bi vî awayî bêrêzdar û kêmker bimîne, wê ev vebûna derî bê wate û bê encam bimîne.
Mînaka tekoşîna Tevgera Siyasî ya Kurdî gelekî watedar e. Tevgera Siyasî ya Kurdî bi salan e li dor paradîgmaya azadî, aştî û wekheviyê kom bûye, bi pêşengên xwe re yek in û di şert û mercên herî zehmet de jî rêxistinkirina xwe didomînin. Ev hewl nîşan dide ku gava gel bi pêşeng û serokatiya xwe re di nav yekîtî û rêxistinkirineke azad de be, dikare li hember hemû polîtîkayên înkar û tasfiyeyê raweste û di warê siyasî, civakî û çandî de bi hêz bimîne.
Ji bo ku ev pêvajo bi ser bikeve, divê di serî de tecrîda li ser Îmraliyê were rakirin, statuya siyasî û hiqûqî ya Ocalan were pejirandin û Ocalan wekî serokê gelê kurd were nasîn û bi zimanekî rêzdar nêzîkî wî bibin. Tenê bi vî rengî dikare were gotin ku em ber bi aştiya rastîn ve diçin.
Ev pêvajo dikare bibe derfetek dîrokî, lê bi şertê ku ji bo birêz Ocalan ne ‘statuya teknîkî û demkî, statuya hiqûqî û siyasî’ were nasîn, bi armanca aştî, bi rêbaza demokrasiyê, bi helwesta wekhevî û bi zimanekî durist were meşandin.


