Kurd li aliyekî artêşên cîhanê li aliyekî
Li Kurdistanê şerekî giran heye. Ev şer her ku diçe girantir dibe. Li hemberî şerê artêşa tirk (NATO) û Pêşmergeyên PDK’ê, Şervanên Azadiya Kurd berxwedanek pêbehma nîşan didin.

Li Kurdistanê şerekî giran heye. Ev şer her ku diçe girantir dibe. Li hemberî şerê artêşa tirk (NATO) û Pêşmergeyên PDK’ê, Şervanên Azadiya Kurd berxwedanek pêbehma nîşan didin. Dewleta tirk îro bi hemû teknîka xwe ya modelên dawî û hêza NATO bi pêşengiya hêza PDK’ê li Başûrê Kurdistanê li dijî Şervanên Azadiyê şer dike. Her roj bi tang, top û hemû maşîneyên zirxî dikevin başûrê Kurdistanê. Niha jî bi başîneyên zirxî Amediyê dagir dike. Li aliyê din PDK destûrê dide dagirkeriya dewleta tirk û himbêza xwe li dagirkeriya artêşê vedike. Hikûmeta Iraqê jî vê dagirkeriyê erê dike. Di şer de leşker pir tên kuştin. Cerdevan tên kuştin. Lê ji ber ku leşker û cerdevan bi pereyan şer dikin, kuştina wan bi raya giştî re parve nake. Ji ber ku leşkerên bi peyman û bi pere ne, tenê malbatên wan agahdar dikin. Hezên HPG’ê her roj daneyan parve dike û diyar dike ku çend leşker hatine kuştin, çend SÎHA û ÎHA hatine xistin. Li gorî daneyên HPG’ê her roj leşker tên kuştin. Her roj SÎHA û ÎHA tên xistin.


