‘Kurdan ji ber ku ziman parastine divê bêne xelatkirin’

Hevserokê KOZA-DERê Mirad Bîlgîç anî ziman ku tenê saziyên ziman vê konferansê pêk nînin û got: “Hemû sazî û dezgehên kurd û kurdewar ên berpirsiyarê pêşxistin û parastina ziman vê konferansê pêk tînin. Dê di vê konfransê de rista saziyan bê niqaş kirin û zelalkirin. Kurdan ji ber ku di 100 salên dawî de li ruxmê hemû zextan ziman parastiye divê bêne xelatkirin.”

1 deqe xwendin
‘Kurdan ji ber ku ziman parastine divê bêne xelatkirin’

Saziyên ziman û hemû pêkhatiyên saziyên civakî û demokratîk ên ji pêşxistin û parastina ziman di 27-28ê Hezîranê de li Amedê konferansê li dar dixin. Dê di konferansê te li ser statuya ziman niqaşan pêş bixin. Hevserokê Komeleya Lêkolînê ya Zanistên Civakî ya Kurdî (KOZA-DER) Hevserokê KOZA-DERê Mirad Bîlgîç li ser armanc û girîngiya konferansê nirxandin kir. 

Mirad Bîlgîç anî ziman ku li bakurê Kurdistanê di aliyê zimanê kurdî de rewş xeter e û got: “Hatiye asteke wisa ku êdî dema em li kolanê zarokek an jî ciwanek bi kurdî diaxive dibînin em kêfxweş dibin.  Di rewşê wisa xeter de pêwistî bi polîtîka, stratejî û plansaziyên şênber hene.  Lê mixabin polîtîka û stratejiyên ku rê li pêş van xetereyan bigigere tune ye. Konferansa dawî ya zimanî di 2012an de pêk hatibû. 14 sal di ser konferansê re derbas bû. Pêwistî bi nûjenkirina polîtîka û stratejî û plansaziyên ku ji vê xeteriyê re bibe bersîv heye. Di rewşeke wiha xeter de ev konferanseke derengmayî ye. Diviya bû ku ev konferans zûtir pêk hatibûya. Em dizanin ku ji bo pirsgirêkên heyî bi rêya aştî û demokrasiyê bê çareserkirin pêvajoyek heye. Di pêvajoyeke wiha de ev konferans dê bibe sedem ku em karibin çawa statuya wê tacîdar bikin. Dê polîtîkaya stratejiya parastina ziman bê diyarkirin. Ji bo mayîndekirin û parastina ziman pêwistî bi stratejî planên nû heye.”

Hemû sazî berpirsiyar in  

Mirad Bîlgîç da zanîn ku konferansa zimanî bi şîara ji statuyê heta perwerdehiyê çarçoveyeke nû ji bo muzakereyê li dar dixin û wiha axivî: “Li gorî rewşa heyî kurd di aliyê zimanî û xwebûnî de divê çi bikin û bi yek dengî çawa tev bigerin ev konferans nebe nebe ye. Konferans dê gelek tiştên şolî zelal bikin û em bawer dikin ku ev konferans dê gelek tiştên şênber derxin holê. Ji ber çareseriya pirsgirêkan em wateyek mezin li vê konferansê bar dikin. Em hêvî dikin ku ev konferans gelek pirsgirêkan çareser bike. Konferansa zimanî tenê bi saziyên ziman pêk nayên. Ev konferans bi pêkhateya hemû sazî û pêkhateyên kurd û kurdewar ku mafê kurdan diparêze dê pêk bê. Tenê ne ji bo perpirsiyariya dewletê ye. Di heman demê de saziyên têkildar jî berpirsiyariya wan çiye dê bê niqaş kirin û zelal bikin. Em bi kelevan li heviya konfransa 27 û 28ê Hezîranê ne.” 

Mirad Bîlgîç der barê pirsa “Ji bo ziman bê parastin û pêşxistin divê ji aliyê dewletê û civakê ve gavên çawa bêne avêtin” nirxandin kir û got: “Kesên suc kirine û kesên sûc li wan hatiye kirin di heman hevakê de cih digirin. Bersûc û kesên neheqî li wan hatiye kirin dibin şirîkê heman sûcî. Dema pirsek bi vî rengî tê kirin, li aliyekî kirinên dewletê ku heta îro kirine têne rêzkirin, li aliyê din, wekî civak jî bersûcê vî gunehî ye kêmasî di civakê de têne dîtin. Peyva shêr a oto asîmîlasyon/xwepişaftinê li ser bar dikin. Bi vê yekê yên ku ev sûc kiriye û yên li dijî wan sûc hatiye kirin, bi heman sûcî têne gunehbarkirin. Ev nêzîkatî çi bi navê reşenbirî, çi bi navê zanistîbûnê û çi jî bi navekî din vî sûcê li dijî civakê kirin normalîze dike. Bi vê normalîzekirinê, bersûc û gunehkaran mafdar dide xuyakirin. Avê dikişîn aşê bişaftinê û bi vê yekê bişaftinê asayî dike. Di vî alî de divê em baldar bin. Civak nikare bê sûcdar kirin. Ji ber ku li ser rûyê cîhanê tu civak bi qasî civaka kurd di 25-50 salan de bi neheqiyên mezin re rû bi rû nemaye. Kurd hatine kuştin, îşkence li wan hatiye kirin, betal mane, birçî hatin hiştin. Ji cih û warên xwe koçber bûne. Ji ber bi kurdî axivî ye rastî lîncê hatiye. Ji ber bi kurdî axivîne doz li wan hatiye vekirin. Tevî van hemû zext û tundiya li ser civakê, kurdan ziman parastiye û li ziman xwedî derketiye. Ji ber vê yekê divê kurd ji bo parastina ziman bêne xelatkirin.” 

Mirad Bîlgîç li ser pirsa “Di rewşeke ku tirkî serdest bûbe de sazî û malbat dê çiqas karibin ziman biparêzin Eger îro statuya zimanê kurdî bê qebûlkirin, lê li aliyê din eger zimanê tirkî ku ketiye nava sazî, partî û malbatan dê çiqas kurdan ji tirkî rizgar bike?” jî ev nirxandin kir: “Bêguman ev dê di rojekê de pêk nayê. Em nikarin bibêjin ku piştî Kurdî bû fermî, dê kurdî ji xeteriyê xelas bibe. Lê piştî kurdî bû fermî û sazî û dezgehên kurdî karibin rista xwe rast bilîzin, dê di demek nêzîk de fikar û metirsiyên li ser ziman ji holê rabin. Ji bo sazî û dezgehan rakirina metirsiyan pir hêsan e. Li hemû sazî û dezgehan ji 2 salan carekê rêveberî têne guhertin. Di nûkirina rêveberiya saziyan de dema em şerta yekem ê “Ji bo tu bibe rêvber divê tu bi zimanê gel zanibe” tînin pêşiya namzetan û li gorî wê rêveberiyê hilbijêrin, dê êdî li sazî û dezgehan kurdî bê axaftin. Divê ev bi hişmendiyek rast bê kirin. Wê demê ev pirsgirêka bi salan ji holê bê rakirin. Ji bo malbatan jî dema zimanê kurdî ji xeteriyê xelas bû û bû zimanekî bi prestij û bi qîmet, dema mirov bi wî zimanî karibe bibe xwedî kar û peyvîr, dema ji ber zimanekî mirov neyê cezakirin û bê xelatkirin, wê demê dê di her malbatê de jî bi hêsanî ziman bê parastin. Dema nûnerên saziyên xwe û pêşengên xwe dîtin ku hemû bi zimanê xwe kar dikin û bi zimanê xwe diaxivin, wê demê dê li malbatan jî rewş biguhere. Lê dîsa divê gelek xebat bêne kirin. Li ser medya tijîtal divê xebat zêde bêne kirin. Divê di qada medya dijîtal de kurdî bê xurtkirin û nujen kirin. Divê di hemû qadên jiyanê de cihê kurdî lê qels e bêne xurtkirin. Piştî vê yekê dê li malbatan di demek kurd de ev pirgirêk ji holê rabe.” 

Sed sal in xwe pêşî li xwe gîhandina zanînê ya bi  kurdî hatiye qutkirin 

Mirad Bîlgîç li ser pirsa “Çima em bêtir di sazî, dezgeh û malên xwe de êdî bi tirkî diaxivin û tirkî tercîh dikin. Tişta ku me dikişîne nava tirkî çiye?” jî nirxand û wiha lê zêde kir: “Pirsa çima pirseke bingehîn e. Ji bo em bigêjin encameke rast divê em rêyeke rast bikar bînin. Divê ji destpêka dîrokê heta îro em analîz bikin. Çibû ku em hatin vir. Dîrok rê nîşanî me dide. 100 salin pêşî li xwegîhandina zanînê ya bi kurdî hatiye qutkkirin. Ji bo tu xwe bigîne zanînê, gotine ‘Divê tu bi tirkî zanibe’ Ji bo ketina bazara bazirganiyê gotine ‘Divê tu bi tirkî zanibe’, ji bo tu di aliyê mafên mirovan de daxwazên xwe bîne ziman gotine ‘divê tu bi tirkî zanibe’. Ji bo tu karibe li sazî û dezgeheke dewletê karibe karê xwe bike gotine ‘’Divê tu bi tirkî bi axive.’ Kirine ku kesekî bi tirkî nizanibe, nikare wekî mirovekî li vî welatî bijî. Li aliyê din jî zanîna bi kurdî li şûna bê xelatkirin, hatiye cezakirin. Kesê bi kurdî zanibe û daxwazên xwe bîne ziman têne cezakirin. Ji bo vê yekê divê lêkolînên derûnî, lêkolînên civakî, lêkolînên zagonî, lêkolînên aborî û lêkolînên prestijî bêne kirin. Ev gelek girîng in. Lê divê bê zanîn ku civakek di nava van hemû şertên neyînî û zextan de ji bo parastina ziman li ber xwe dabe û ziman parastibe, dê zimanê qetîm ji niha û şûnde jî di nava jiyanê de cihê xwe bigire.”