Kurdistanî 15 sal in li pêş KE yê Nobeta Azadiya Ocalan digirin

Kurdistanî û dostên kurdan 15 sal in ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasbourgê nobeta azadiyê digirin.

1 deqe xwendin
Kurdistanî 15 sal in li pêş KE yê Nobeta Azadiya Ocalan digirin

Birûsk Bagok 

Nûnerên Kampanyaya Navneteweyî ya "Azadî ji bo Abdullah Ocalan, Çareseriya Siyasî ji bo Pirsgirêka Kurd" civînek çapemeniyê li dar xist. Di civînê de komek enternasyonalîst jî daxuyaniyek da û ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang kir û gotin: “Divê bê şert û merc Mafê Hêviyê têxin meriyetê.” 

Dostên kurdan di daxuyaniyê de gotin ku Abdullah Ocalan di çareserkirina aştîxwaz û demokratîk a pirsgirêka kurd de roleke girîng û sereke lîstiye. Dostên kurdan xwestin ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AİHM) ya sala 2014an were bicihanîn û Mafê Hêviyê ji Abdullah Ocalan re were nas kirin. Daxuyaniyê di heman demê de bang li saziyên Ewropayê û Konseya Ewropayê kir ku mekanîzmayên çavdêriya xwe li ser Tirkiyeyê bixebitînin.

Di daxuyaniyê de diyar kirin ku di salên dawî de gelek kesayetiyên navdar, xwediyên Xelata Nobelê, siyasetmedar, akademîsyen û nûnerên civaka sivîl jî piştgirî dane daxwazên azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd. Di civîna çapemeniyê de Hevseroka KCDK-Eyê Zubeyde Zumrut, endama Parlamentoya Fransayê ya partiya Ekolojîst Sandra Regol û nûnerek ji Inisiyatîfa Nobedariya Azadiya Rêber Apo, Zulfu Beşli, axaftin kirin. Her wiha parlamenterê DEM Partiyê Bedran Ozturk jî beşdarî çalakiyê bû.

Di daxuyaniya Kampanyaya Navneteweyî ya Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hate gotin ku armanca van nobedariyan tenê protestokirin nîne, lê her wiha sembola têkoşîna ji bo azadî, demokrasî û çareseriya siyasî ye. Beşdarên çalakiyê bal kişandin ser wê yekê ku azadiya Abdullah Ocalan dikare beşdarî girîng bike di pêşxistina aştiyê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd de.

Li ber Konseya Ewropayê gelek Kurdistanî ji Fransa, Almanya, Belçîka û Swîsreyê civiyan. Di heman demê de parlamenterên çep û sosyalîst ên Fransayê jî piştgirî da çalakiyê û beşdar bûn.

Axêveran di axaftinên xwe de dubare kirin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan divê bi dawî bibe û şert û mercên azadiya wî werin amadekirin. Wan got ku çareseriya rastîn a pirsgirêka Kurd tenê bi rêya diyalogê, demokrasiyê û naskirina mafên gelê Kurd pêkan e.

Nobedariya ku 14 sal in bê navber didome, bi piştgiriya Kurdistaniyan û hevalên wan ji gelek welatên Ewropayê tê meşandin. Organîzatoran diyar kir ku ew ê heta ku daxwazên wan bêne bersivdan, têkoşîna xwe li ser asta navneteweyî bidomînin û dengê daxwazên xwe bigihînin raya giştî ya cîhanê.