Kurdistanî  li Dusseldorf û Bochumê daketin kolanan

Kurdistanî ên li eyaleta NRWê ya Elmanyayê li bajarên Dusseldorf û Bochumê çalakiyên girseyî li dar xistin.

1 deqe xwendin
Kurdistanî  li Dusseldorf û Bochumê daketin kolanan

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) li bajarê Bochum ê Elmanyayê ji bo nîşandana hevgirtinê bi Rojava re meşa girseyî û daxuyanî hat lidarxistin. Girseya ku li ber Hauptbahnhof (Îstasyona Trenê ya Navendî) kom bû, ji wir ber bi avahiya Rathaus (Şaredariyê) ve meşiya. Di meşê de pankarta ku ala Yekîtiya Ewropayê û wêneya "sê meymûn" li hebû û nivîsa bi zimanê Elmanî "Em ji bo wekhevî, mafên mirovan û demokrasiyê dimirin... Lê hûn li kêleka çi radiwestin, Berlîn?" hilgirtin.

Girse li ber Rathausê de deqeyek rêz girtin û sirûda "Ey Raqîb" hat xwendin. Piştre nûnerê PYDê Muhammed Saleh, li ser navê KON MEDê Mustafa Agir, li ser navê ciwanên MPLDê Anna û li ser navê CÎKê Mele Salih axaftin kirin. Nûnerê "Rat von Unten" jî di daxuyaniyê de axivî. Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

Dusslford 

Li ser banga FED-MED NRWê li ber parlamentoya eyaleta Dusseldorfê  daxuyaniya girseyî dan. Di daxuyaniyê de alên YPG û YPJê, pankartên "Defend Rojava (Rojava biparêze)” û "2+2=1" ku yekîtiya bajarên Kurd temsîl dike, hatin hilgirtin. Di çalakiyê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin. Hevserokê FED-MEDê Ehmed Kobanê di daxuyaniya xwe de axivî û got: "Berxwedana bêhempa ya gel û şervanên Rojava îro ji bo tevahiya cîhanê bûye çavkaniya hêviyê. Lê ji bo ku ev destketî veguherin aştiyeke mayînde û pêşeroja gelên herêmê were misogerkirin, divê Rojava statuyek fermî bi dest bixe. Gelê Kurd heta ku vê statuyê bi dest bixe wê li kolanan be.”

Piştî daxuyaniyê girse berzkirina dirûşmeyan belav bû.