Kurdistaniyên li Kolnê ji bo Rojava meşiyan

Kurdistanî li Kolnê li dijî êrîşên li ser Rojava meşiyan û xwestin statuya siyasî ya Rojava bê mîsogerkirin.

1 deqe xwendin
Kurdistaniyên li Kolnê ji bo Rojava meşiyan

Kurdistaniyên ku li bajarê Kolnê ya Elmanyayê, bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Meclîsa Jinan a Viyan kom bûn û êrîşên li ser Rojava şermezar kirin. Kurdistaniyan xwest statuya siyasî bê parastin.

Girseya ku li Dêra Dom a dîrokî li hev civiyan, piştî danezana bi Elmanî ya derbarê geşedanên dawî yên li Rojava, dest bi meşê kirin. Di meşê de pankarta, “Ji Rojava re Statu” hate hilgirtin. Hewldana provakasyonê ya komekî ku alê HTŞ’ê vekirin, bi destwerdana rêveberên NCKD’ê û polîsan re hate astengkirin.

Girseyê bi dirûşmeyan heta Qada Heumarktê meşiyan û diyarkirin ku heta avaniya xweser a Rojava were naskirin ew ê çalakiyên xwe bi biryardarî bidomînin.