Kurê Kaddafî hat kuştin

Seyfulîslam Kaddafi yê kurê serokê berê yê Lîbyayê Muammer Kaddafî li bajarê Zenten ê rojavayê welêt di encama êrişa komekê de hat kuştin.

1 deqe xwendin
Kurê Kaddafî hat kuştin

Li gorî çavkaniyên xwecihî, komeke çekdar a ji çar kesan pêk tê kamerayên ewlehiyê betal kirine, ketina mala Seyfulîslam û ew kuştine.

Seyfulîslam Kaddafî yê 53 salî yê ku demeke dirêj weke şûngirê bavê xwe dihat zanîn, ji ber sûcên li dijî mirovahiyê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî li wî digeriya. Seyfulîslam Kaddafî, di sala 2011an de piştî ku rejîm ji aliyê NATOyê ve hat hilweşandin hat girtin, di sala 2015an de cezayê darvekirinê lê hat birîn lê belê piştre di çarçoveya efûya giştî de hatibû berdan.

Seyfulîslam Kaddafî di sala 2021an de ji bo serokatiya dewletê namzetbûna xwe aşkere kiribû û her wiha ev demek dirêj bû cihê lê dima nedihat zanîn. Pispor diyar dikin ku kuştina wî wê bandorê li hevsengiya siyasî ya li Lîbyayê bike û dibe ku weke ‘’şehîd’’ jî were dîtin.

Lîbya, ji hilweşanina rejîma Kaddafî ve ye aramî bi dest nexistiye. Li welêt Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî ya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tê naskirin û rêveberiya di bin kontrola Mareşal Xelîfe Hafter de du hêzên cuda hene.