Leyla Guven: Ji bo dewletê şansa dawî ye

Siyasetmedar Leyla Guven ku ji 22yê Kanûna 2020an ve ye girtî ye û niha li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê girtin, têkildarî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Ajansa Welat re nirxandinên girîng...

1 deqe xwendin
Leyla Guven: Ji bo dewletê şansa dawî ye

Siyasetmedar Leyla Guven ku ji 22yê Kanûna 2020an ve ye girtî ye û niha li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê girtin, têkildarî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Ajansa Welat re nirxandinên girîng kir. Leyla Guven ewil gotina Rêberê Gelê Kurd a ‘PKK; di sedsala 20an, sedsala herî tund a dîrokê de ava bû. Zemîna ku PKK tê de hat afirandin zemîna du şerên cîhanê, reel-sosyalîzm û dema şerê sar ê li cîhanê bû. Di vê zemînê de înkarkirina rastiya Kurdan, qedexekirina azadiyan, bi taybetî jî qedexekirina azadiya ramanê li dar bû” bi bîr dixe û van nirxandinan dike: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destnîşan dike ku di 50 salên xwe yên têkoşîne de nêzî 30 salên xwe, bi lêgerîna maxatabekî-ê derbas kir. Birêz Abdullah Ocalan bi dehan caran bi wesîleyên cuda ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ bi raya giştî re parve kir. Li gel şertên giran ên tecrîdê di sala 2019an de piştî greva birçîbûnê, di hevdîtina bi parêzeran re got ‘Ez sekna xwe ya li ser esasê aştiya bi rûmet, bi rêbaza muzakereyên