Li 7 navendên Rojava xwestin dîlgirtiyan berdin

Malbatên dîlgirtiyan û şêniyên bajarên Rojava li 7 navendan kom bûn û xwestin zarokên wan ên ji aliyê hikûmeta demkî ve hatine girtin bên berdan.

1 deqe xwendin
Li 7 navendên Rojava xwestin dîlgirtiyan berdin

Malbatên dîlgirtiyan û şêniyên bajarên Rojava xwestin zarokên xwe yên ji aliyê hikûmeta demkî ve hatine girtin bên berdan. Malbat, li bajarên Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Hesekê, Kobanê, Dêrikê û Girkê Legê yên herêma Cizîrê kom bûn û çalakî li dar xistin. Malbatan û şêniyên bajaran daxwaza serbestberdana dîlgirtiyên ku ji destpêka Çileyê ve ji aliyê hikûmeta hemkî ve hatine girtin kirin. Xwepêşandan li Qamişloli Qada Şehîdan, li Amûdê û Dirbêsiyê li Qada Jina Azad, li Hesekê li Qada Kevokê, li Kobanê li Qada Şehîd Arîn Mîrkan û li Dêrikê li Qada Azadî hatin lidarxistin.

Malbatên dîlgirtiyan û niştecihên herêmê beşdarî çalakiyan bûn. Çalakgeran pankartên "Azadî ji bo dîlgirtiyên me", "Em ê heta ku girtiyê dawîn azad nebe, nesekinin", "Girtiyên me vegerînin", "Em ê girtiyên xwe ji bîr nekin û em ê bêdeng nemînin" û "Dengê dîlgirtiyan nayê bêdengkirin" li kêleka wêneyan hilgirtin.

Beşdaran dirûşmên "Em girtiyên xwe dixwazin, em hevalên xwe dixwazin", "Em birayên xwe dixwazin", "Em şervanên xwe dixwazin", "Azadî, azadî ji bo girtiyên azad" û "Zindaniyan hilweşînin û girtiyên me berdin", berz kirin.