Li 8 navendan bi deh hezaran kes kom bûn û 15ê Sibatê şermezar kirin

Bi deh hezaran kes li Qamişlo, Qoser, Wan, Mûş, Agirî, Bedlis û Erziromê kom bûn û bi çalakiyên girseyî 27ê sibatê şermezar kirin.

1 deqe xwendin
Li 8 navendan bi deh hezaran kes kom bûn û 15ê Sibatê şermezar kirin

Îro li dehan bajarên Kurdistanê û welatên Ewropayê bi sed hezaran Kurd û Kurdistanî kom bûn û ji bo şermezarkirina komploya 15ê sibatê çalakiyên girseyî li dar xistin. 

Platforma Saziyên Demokratîk di salvegera komploya navneteweyî li navenda Mêrdîn, û navçeyên Artûklû, Qoser, Dêrik, Şemrex, Kerboran, Nisêbîn û Londrayê çalakiyên nerazîbûnê hatin lidarxistin û komplo hat şermezarkirin.

Qoser 

Hezaran welatiyên li Qada Azadiyê ya navçeya Qoserê hatine cem û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin û daxuyanî dan. Daxuyaniyê Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altin xwend diyar kir ku Komplo têkoşîna ciwan, jin, têkoşerên ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vala hat derxistin. Piştî daxuyaniyê welatî bi dehan çirayên hêviyê ber bi esman ve firandin. Çalakî bi berzkirina diruşman bi dawî bû.

Qamişlo

Bi deh hezaran gelê bajarê Qamişlo yê Cizîrê ji 7 salî heta 70ê salî, ji bo şermezarkirina Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê daketin qadan. Kolanên Qamişloyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xemilîn. Gel li Çerxerêya Osman Sebrî kom bû û heta Çerxerêya Şehîdan a li naverasta bajarê meşiyan. Di meşê de parkarta “Êrişa 6’ê Çileyê ya Li Ser Rojava, Plangeriya Duyemîn a 15’ê Sibatê ye” hat hildan. Gel bi yek dengî û nîşaneyên serkeftinê dirûşmên “Bijî Berxwedana Îmralî”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Berxwedan Jiyan e” berz kirin.

Meş li Çerxerêya Şehîdan veguherî mitîngê. Mitîngê bi kêliyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Li ser navê Înîsyatîfa Gel Hevseroka TEV-DEM’ê Remziya Mihemed axivî 

Remziya Mihemed gelê Kurd û dostên gelê Kurd ên li ser pêyan silav kir û got: “27 sal derbas bûn, careke din komploya navneteweyî li ser gelê Kurd dubare dibe. Dîrokê xwe dubare kir. Lê divê em vê dîrokê biguherin. Em bikin dîroka azadiya Rêber Apo. Komploya ku armanca wê qutkirina gel û Rêber Apo bû, 27 sal derbas bû, lê rojane gelê Kurd, dostên gelê Kurd ji bo Rêber Apo li ser pêyan in. Girêdana di navbera gel û Rêber Apo de xurttir bû. Di Rojava de gelê Kurd û gelên din dikarîn xwe birêve bibin. Karîbûn xwe biparêzin, lê tehemûla netewdewlet ku destê wan di Komploya 15’ê Sibatê de hebû, dîsa komployek li ser gelê Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan meşandin. Çawa Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê bi fikrê Rêber Apo vala derket, çawa ciwanên Kurd li hemberî terora DAIŞ’ê axa parastin, çawa îro gelê Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê ji bo azadiya Rêber Apo li ser pêyan in, em ê vê berxwedanê bidomînin. Em ê xeta azadiya gelan û aştiyê ya Rêber Apo daye pêşiya me biparêzin. Bijî yekitiya gelê Kurd.”

Mitîng bi nîşanên serkeftinê û sirûda “Çerxa Şoreşê” bi dawî bû, gel tevahî bi yek dengî sirûd xwend.

Wan 

Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê bi boneya salvegera 27emîn salvegera Komploya Navdewletî ya 15'ê Sibatê ku li hemberî Rêber Apo hatibû pêkanîn, li Rêya Armûşê meşek lidar xist û daxuyaniyek da. Girse li ber Gunpaş AVM'ê kom bû û heta Nexweşxaneya Taybet ya Lokman Hekîm bi pankarta “Bi ronahiya heqîqetê ber bi azadiyê ve” meşiya. Di meşê de girseyê dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Hezar silav ji Îmarliyê re” berz kirin. Parlementer, hevşaredar, endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û bi sedan welatî tev li meşê bûn.

Piştî meşê li ber nexweşxaneyê daxuyanî hat dayîn. Hevserokê TÛHAY-DER'ê Osman Başak metna daxuyaniyê xwend û diyar kir ku bibiryariya Rêber Apo ya ji bo çareseriyê, ev komploya tarî ya li hember azadiya gel, têk bir. Osman Başak anî ziman ku gelê Kurd û hevalbendên wî ji bo pûçkirina vê komployê bedelên giran dane û got: “Bi çalakiyên wekî ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ bi mîlyonan kesan ji bo parastina Rêber Abdullah Ocalan çembera agir çêkirine û li meydan û zindanan li ber xwe dane û nehiştine ku komplo bi ser bikeve.Siyaseta îmha û înkarê ya ku komploya 15'ê Sibatê hedef girt, îro bi îradeya aştiyê ya Birêz Ocalan tê têkbirin. Parastina vê îradeya dîrokî, rawestana li dijî hişmendiya komploger û avakirina pêşerojek azad berpirsiyariya me ya hevpar û erkê me ya neçar e. Dirûşma me ew e ku em bi ronahiya rastiyê ber bi azadiyê ve bimeşin. Navnîşana çareseriyê û îrade zelal e; paşguhkirina vê îradeyê tarîkirina pêşerojê ye. Ji ber vê yekê, divê azadiya Birêz Ocalan tavilê were misogerkirin.”

Erzirom

Platforma Saziyên Demokratîk a Erzirûmê, Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê bi nîşandana sînevîzyon, meş û daxuyaniyekê şermezar kir. Bernameya li avahiya Rêxistina Bajar a Erziromê ya DEM Partiyê hate lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî nîşandana sînevîzyona derbarê Komploya 15'ê Sibatê de, girse bi pankartên bi Kurdî û Tirkî yên bi nivîsa, “Bi ronahiya heqîqetê ber bi azadiyê ve” ber bi Qada Mahallebaşı ve dest bi meşê kir. Di meşê de bênavber diruşmeya, “Bijî Serok Apo” hate berzkirin. Hevserokê Rêxistina Bajar a Erziromê ya DEM Partiyê Barış Kemaloglu, axivî û Komploya 15'ê Sibatê şermezar kir. Keremoglu wiha got: “Divê sîstema tecrîdê demildest bi dawî bibe, divê azadiya Birêz Ocalan demildest were misogerkirin û divê garantiyên yasayî ji bo pêvajoya danûstandinên demokratîk bên amadekirin.” Keremoglu balkişand ser êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê û bang li gelê Kurd kir ku heta azadiya Rêber Apo û statûya Rojavayê Kurdistanê berxwedanê bênavber mezin bikin.

Agirî 

Platforma Saziyên Demokratîk a Agiriyê jî bi boneya 27’emîn salvegera Komploya Navdewletî ya 15'ê Sibatê meş hat lidarxistin. Girse ji Pirûtxaneya Gel heta Cadeya Cûmhûriyetê bi pankarta “Em komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin” meşiya û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. Parlementera DEM Partiyê ya Agiriyê Nejla Demîr piştî meşê axivî û diyar kir ku 15'ê Sibatê ji bo gelê Kurd xaleke dîrokî ye û got: “Vîna gel bû hedefa komployeke navneteweyî. Tevî salên derbasbûyî jî, gelê Kurd dev ji daxwaza xwe ya çareseriyeke demokratîk bernedaye. Divê polîtîkayên tecrîdê bi dawî bibin û kanalên siyasî yên demokratîk ji bo jiyana wekhev û azad a gelan werin xurtkirin.”

Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.

Mûş 

Platforma Saziyên Demokratîk a Mûşê ji bo protestokirina Komploya Navdewletî ya 15'ê Sibatê meşek meşaleyî li dar xist û daxuyaniyek da. Girse li ber navenda tenduristiyê ya taxa Yeşîlyurtê kom bû û heta xaçerêya Fîdanlikê meşiya. Di meşê de girseyê dirûşmeyên “Hezar silav ji Îmraliyê re” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.

Li navçeyên Milazgir û Kopê yên Mûşê jî di pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk de bi tevlêbûna Hevşaredar û endamên meclisê yên her du navçeyan û welatiyan meş hatin li darxistin û daxuyanî hat dayîn. DAxuyanî ji aliyê hevserokê DEM Partiyê yê navçeya Kopê Abdûlbarî Yigit ve hat xwendin.

Abdûlbarî Yigit bilêvkir ku ew komploya navneteweyî şermezar dikin û got: “Vê komployê vîna gelê Kurd, têkoşîna gelê Kurd û hêviya wî ya aştiyê hedef girt. Em weke hêzên demokrasîxwez dibêjin bila tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan bi dawî bibe, rêya aştiyê bê vekirin.”

Bedlis 

Platforma Saziyên Demokratîk a Bedlîsê ji bo şermezarkirina Komploya navdewletî ji Dibistana Seretayî ya Kazim Paşa heta meydana bajêr a Mizgefta Mezin meşek meşaleyî li dar xist. Gelek welatî beşdarî meşê bûn û dirûşmeya “Bê Serok Jiyan nabe” berz kirin. Piştî meşê hevseroka DEM Partiyê ya Bedlîsê Şevder Bîngul diyar kir ku 15'ê Sibatê di dîroka Kurdan de rojek tarî ye.

Londra 

Li Londonê bi hezaran kesên ku bi şîara “Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statû” hatin cem hev, bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” meşiyan û bal kişandin ser girîngiya vîzyona Rêber Apo ya di çareseriya krîza Rojhilata Navîn de. Ji ber salvegera 27emîn a Komploya Navneteweyî ya ku di 15ê Sibata 1999an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû pêkanîn, bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê li ber avahiya BBC ya Londonê mîtîng û meşeke navendî hat lidarxistin.

Mîtînga ku bi şîara “Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statû” hat organîzekirin, bi hezaran Kurdistanî bi taybetî ji bajarên Liverpool, Manchester, Sheffield, Hull, Brighton, Exeter, ji bajarê Edinburgh ê Skotlandayê û Cardiff ê Gallerê beşdar bûn. Di çalakiyê de ku bi sedan flamayên bi wêneyên Abdullah Ocalan hatin hilgirtin, flamayên YPG û YPJ’ê û alên Kurdistanê jî hatin barkirin. Kurdistanî bi kincên xwe yên neteweyî hatin cem hev û stran û marşên li ser Abdullah Ocalan û Rojava hatin lîstin. Di çalakiyê de pankart û dovîzên wekî “Em silavê li banga Abdullah Ocalan a ji bo aştî û civaka demokratîk dikin”, “Ji Ocalan re azadî, ji Rojava re statû”, “Israra di sosyalîzmê de, israra di mirovbûnê de ye”, “Rêber Apo hinceta me ya şer û aştiyê ye” hatin hilgirtin.

Bênavber dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Kurdistan Yek e”, “Free Ocalan”, “Yesterday Mandela, Today Ocalan”, “Freedom for Ocalan, states for Rojava”, “Long live Kurdîstan” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.

Çalakiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir de, li ser navê Tevgera Azadî Baran Karakoçan axivî. 

Girseya gel paşê ji bo protestokirina komplogeran di sala 27emîn de, li ser Oxford Circusê çalakiya rûniştinê pêk anî. Li kolana herî populer a Londonê eleqeyeke mezin ji bo Kurdistanî hat nîşandan û ji aliyê ciwanên Kurd ve bi sedan belavok hatin belavkirin.

Meşa ku tê de gelek caran marş hatin gotin, li Meydana Trafalgarê bi dawî bû. Li vir bi axaftinên hatin kirin û govendên berxwedanê re meşa navendî ya 15’ê Sibatê ya Brîtanyayê temam bû.