Li Amedê banga tevlibûna mîtinga ziman

Ji bo mîtînga ziman ya ku ji aliyê Tora Ziman û Çanda Kurdî ve dê di 7’ê hezîranê de li Amedê bê lidarxistin îro li gelek deverên Amedê belavok hatin belavkirin.

1 deqe xwendin
Li Amedê banga tevlibûna mîtinga ziman

Ji bo mîtînga ziman ya ku ji aliyê Tora Ziman û Çanda Kurdî ve dê di 7’ê hezîranê de li Amedê bê lidarxistin îro li gelek deverên Amedê belavok hatin belavkirin.

Bi armanca “zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê” Tora Ziman û Çanda Kurdî li 3 navendan biryara lidarxistina mîtîngan dabû her du mîtîngên xwe yên ewil li Cizîr û Wanê pêk anîbû. Li gorî bernameya torê mîtînga 3’yan jî dê di 7’ê hezîranê roja duşemê de, li Amedê bê lidarxistin. Îro bi armanca beşdarbûnê endam û dildarên torê li Amedê belavokan belav kirin û gel vexwendin mîtînga ziman. Belavok li Yenîşehir, Rezan, Peyas û Sûra Amedê hatin belavkirin.

Li ser belavkariya belavokên mîtîngê gelê Amedê kêfxweşiya xwe anî ziman û diyar kir ku dê beşdarî mîtînga ziman bibin.

Li Yenîşehîra Amedê polîsan nehiştin ku pêkhateyên torê belavokan belav bikin û polîsan belavkirinê asteng kir. Pêkhateyan li ser vê astengkirinê etîketên ku navên kurdî yên fêkî zêrzewatan li ser hatibûn nivîsîn li esnafên bazarê yên semta Ofîsê belav kirin.