HRW: Kampa Holê nerêxistinkirî hat valakirin, çarenûsa 8 hezar û 500î nediyar e
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Navneteweyî (HRW) destnîşan kir ku kampa Holê bi awayekî nerêxistinkirî hat valakirin û çarenûsa 8 hezar û 500 kesî ne diyar e.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Navneteweyî (Human Rights Watch-HRW) têkildarî kampa Holê piştî ku ji malbatên çeteyên DAIŞê hat valakirin, raporek weşand.
HRWê agahî da ku piştî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ragihand wê Kampa Holê vala kiriye, niha çarenûsa 8 hezar û 500 kesî ji malbatên çeteyên DAIŞê yên Kampa Holê ne diyar e. Heman rêxistinê diyar kir ku derketina malbatên çeteyên DAIŞê ji Kampa Holê ne birêxistinkirî bû û bê ser û ber derketine.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 20ê çileyê piştî êrişên dijwar ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku kamp ji kontrolê derketiye û êdî nema berpirsyariya Kampa Holê rakir û xwe vekişand. Piştî wê komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê derbasî kampa Holê bû 30ê çileyê ragihand ku wê kampê vala bikin.
Di wê çarçoveyê de hikûmeta demkî ya Sûriyeyê 22yê Sibatê agahî da ku wê Kampa Holê bi temamî vala kiriye.
Piştî Kampa Holê kete destê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê dîmenên revandina malbatên çeteyên DAIŞê ji kampê belav bûn. Herwiha gelek dezgehên medyaya erebî û cîhanê têkildarî revandina bi komî ya malbatên çeteyên DAIŞê ji kampê rapor çêkirin.
Hetanî nîvê meha çileyê li kampên Roj û Holê nêzî 28 hezar kes diman, ji wan 12 hezar û 500 biyanî bûn (ji zêdetirî 60 dewletan bûn) û 4 hezar kes jî iraqî bûn.
Rêxistinê anî ziman ku rêya derketina ji Kampa Holê jiyana gelek zarok û jinan xistiye xetereyê. Li ser wan bazirganî hatiye kirin, ew dane bikaranîn û zarok jî ji aliyê komên çekdar ve hatine revandin û dê wan di şer de bidin bikaranîn.
Herwiha HRWê ji rayedarên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê xwest nasnameya kesên ji kampê derketine diyar bike, cih ji wan re peyde bikin û aliyê xizmetguzarî, tendurûstî û piskolojîk de pêdiviyên wan bi cih bîne, mekanîzmeyên qanûnî yên adil jî garantî bikin.
HRWê di dawî de bang li hemû hikumetan kir ku zû têkevin tevgerê û welatiyên xwe vegerînin welatê wan, mafên wan ên parastinê garantî bikin û ji nû ve bixin nava civakê û perwerde bikin.


