Li Amedê gelek cih di bin avê de man.
Li Amedê, ji ber vekirina deriyên Bendava Devegeçîdiyê, gelek cih di bin avê de man.

Li Amedê piştî barînên zêde, di Bendava Devegeçîdiyê de tehliyeya avê hate kirin. Walîtiya Amedê duh ragihand ku dê deriyên bendavê bên vekirin û îro derî hatin vekirin. Ji ber tehliyeya avê, li navçeyên Sûr û Bismilê gelek cih di bin avê de man.
Baxçeyên Hewselê yên li kêleka Çemê Dîcleyê û cihên nêzî Geliyê Dîcleyê yê li Taxa Fîskayayê, di bin avê de man. Li navçeya Bismilê jî li devera Karakopruyê ya li Taxa Fetleyê zirar gihişt pira cotkaran bi kar tîna.
Her wiha li Bismilê jî ji ber rabûna Rûbarê Ambarê, gelek avahiyên li Taxa Ambarê di bin avê de man.


