Li Antalyayê hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Tom Barrack pêk hat

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, beşdarî 5emîn Forûma Dîplomasiyê ya Antalyayê bû û bi Nûnerê DYAyê yê Sûriyeyê û Balyozê Tirkiyeyê Tom Barrack re civiya.

1 deqe xwendin
Li Antalyayê hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Tom Barrack pêk hat

Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî, ji bo beşdarbûna 5emîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê (ADF2026) gihişt Tirkiyeyê û dest bi hevdîtinên xwe yên dîplomatîk kir. Barzanî di çarçoveya forumê de bi Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê û Nûnerê Trump yê Sûriyeyê Tom Barrack re civiya.

Hevdîtina bi Tom Barrack re: Rewşa Rojava û Başûr di rojevê de bû

Nêçîrvan Barzanî li ser hesaba xwe ya platforma Xyê ragihand ku hevdîtina bi şandeya Amerîkayê re baş derbas bûye. Li gorî daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê, di civînê de ev mijarên sereke hatin nirxandin:

“Têkiliyên di navbera DYA, Iraq û Herêma Kurdistanê de. Geşedanên dawî yên li Sûriyeyê û rewşa Kurdên li wî welatî. Bandora şerê Îranê yê li ser Iraq û Herêma Kurdistanê û parastina aramiya herêmî.”

Her du aliyan tekezî li ser giringiya koordînasyon û hevkariya ji bo parastina aştiyê ya li Rojhilata Navîn kirin.

Beşdarên Forûma Diplomasiyê ya Antalyayê

Foruma ku di bin sîwana Serokomariya Tirkiyeyê û mazuvaniya Wezareta Karên Derve de tê lidarxistin, îsal mazuvaniya zêdetirî 5 hezar kesan dike. Ji 150 welatî nûner, 20 serokdewlet û zêdetirî 50 wezîran di vê lûtkeya dîplomasiyê ya sê rojan (17-19’ê Nîsanê) de amade ne.