Li Artvînê 4 rojnameger hatin girtin

Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Artvînê de polîsan di 13ê Hezîranê de li Stenbolê bi ser gelek malan de girtin û 6 jê rojnameger 7 kes binçav kiribûn. Her 7 binçavkirî jî birin Artvînê.

1 deqe xwendin
Li Artvînê 4 rojnameger hatin girtin

Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Artvînê de polîsan di 13ê Hezîranê de li Stenbolê bi ser gelek malan de girtin û 6 jê rojnameger 7 kes binçav kiribûn. Her 7 binçavkirî jî birin Artvînê. Di îfadeya 14ê Hezîranê de xizmeta nivîsbariyê ya ji bo malperên nûçeyan û pereyê ji bo nûçeyan distandin û hevdîtinên ser telefonê weke sûc hatin nîşandan.

Rojnameger, piştî 3 rojên binçavkirinê di 16ê Hezîranê de sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozger, bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriya cezayên sulhê kir. Kedkarê Sendika.Orgê Ozan Cirik û rojnameger Dîcle Başturk, Yavuz Akengîn û Eylem Emel Yilmaz bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.

Semra Melek û Melîsa Efe jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.