Rapora ‘Meseleya Kurd’: Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêka ewlehiyê ye

Nûnertiya Komeleya Heinrich Boll Stiftung ya Tirkiyeyê rapora xwe ya bi sernavê “Di navbera bêçekkirin û aştiyê de meseleya Kurd” eşkere kir. Di civîna eşkerekirina raporê de hate destnîşankirin ku pirsgirêka Kurd ne pirsgirêkek “tororê” ye û bi vê nêzîkatiyê pirsgirêk nayê çareserkirin.

1 deqe xwendin
Rapora ‘Meseleya Kurd’: Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêka ewlehiyê ye

Nûnertiya Komeleya Heinrich Boll Stiftung ya Tirkiyeyê li hoteleke Stenbolê rapora xwe ya bi sernavê “Di navbera bêçekkirin û aştiyê de meseleya Kurd” bi civîneke çapemeniyê eşkere kir. Rojnameger, nivîskar û akademîsyen tev li civînê bûn.

‘Divê dîroka pirsgirêka Kurd bê zanîn’

Ji komeleya navborî Dr. Dawid D. Bartelet pêşî axivî. Dawid Bartelet diyar kir ku ji bo pirsgirêka Kurd bê fêmkirin divê dîrok jî werê zanîn û wiha got: “Piştî avabûna netew dewletan êrişên li ser gelê Kurd zêde bûn. Îro pêvajoyek heye lê di serî de ev pirsgirêk ji aliyê dewletê ve bi navê ‘Tirkiyeya bêteror’ tê pênasekirin. Ev têgeh jî nîşaneya vê yekê ku dewlet bi çi rengî li ser çareserkirina pirsgirêkê disekine û xwe radixe ber çavan. Komeleya me jî ji bo ev pirsgirêk bi awayekî zelal bê fêmkirin ev rapor amade kir.”

‘Pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêka ewlehiyê ye’

Piştre koordînatora raporê Semahat Sevîm anî ziman ku îro li tevahiya Rojhilata Navîn pirsgirêk hene, pirsgirêka Kurd bandorê li Rojhilata Navîn jî dike û got: “Pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêka ewlehiyê ye, gelek beşên vê pirsgirêkê hene. Gelek nivîskar û akademîsyen ev demek e li ser vê raporê dixebitin. Em hêvî dikin ku ev xebat ji bo çareseriyê bibe gavek erenî.

Paşê li ser mijara “Di pirgirêka Kurd de rewşa Tirkiyeyê û bandora wê li ser herêmê” panelek hate lidarxistin. Rojnameger Şîrîn Payzin di panelê de moderatoriyê kir, akademîsyen Arzû Yilmaz û akademîsyen Vahap Coşkûn axivîn.

‘Gelê Kurd dizane ku pêvajo çawa dimeşe’

Di panelê de ewilî Arzû Yilmaz axivî û diyar kir ku divê di serî de were zanîn ku pêvajo li hêrmê ne di rojeveyê de ye û wiha got: “Gelê Kurd dizane ku pêvajo çawa dimeşe. Dema ku li motîvasyonên aktoran binêrin her du alî jî tiştekî dixwazin. Tê gotin pêvajo xetimiye, sedema vê jî diyar e. Aktorên pêvajoyê ku pêvajoyê dan destpêkirin guherîn. Li Rojhilata Navîn gelek tişt hat guherandin. Sûriyeyê êdî Kurd ne hewceyî Tirkiyeyê ne. Her kes li benda Îranê ye. Dewlet dixwaze bisekinê û bibîne.”

‘Pirsgirêka Kurd tenê bi bêçekkirina PKKê nayê çareserkirin’

Vahap Çoşkûn jî anî ziman ku dewleta Tirk li benda Kurdên Îranê ye, ji bona wê jî pêvajo bi rê ve naçe û wiha axivî: “Di pêvajoyê de mijar bêçekkirina PKKê ye. Di nava pêvajoyê de demekî mijara cerdevanan jî hate rojevê lê berdewamiya wê nehat. Lê em dizanin ku pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêka bêçekkirina PKKê ye û bi vê yekê nayê çareserkirin.”

Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.

Berfirehiya rapora Komeleya Heinrich Boll Stiftung bi vî rengî ye:

https://tr.boell.org/sites/default/files/2026-05/silahsizlanma-ile-baris-arasinda-kitapcik-editlenmis-hal-son.pdf

Di raporê de gelek akademîsyne, nivîskar û pisporan derbarê pirsgirêka Kurd de gotar nivîsandine û analîz kirin e.