Desteya Rêveberiya Navendî ya DEMê civiya

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan civiya. Di civînê de dê geşêdanên li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, encama meşa “Gavek ji bo aştiyê” û geşedanên di rojevê de bên nirxandin.

1 deqe xwendin
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEMê civiya

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, li Navenda Giştî ya DEM Partiyê ya li Enqereyê civiya. Hat zanîn ku di civînê de dê geşedanên li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, encama meşa “Gavek ji bo aştiyê” û geşedanên di rojevê de bên nirxandin. Tê payîn ku piştî civînê Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan derbarê civînê de daxuyaniyê bide.