Devlet Bahçelî: Divê statuya Ocalan hebe
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî tekildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nexşereyeke ji 7 xalan pêk tê ragihand û got: “Ji bo avakarê rêxistinê karibe li ser rêxistinê bandora xwe bidomîne, divê mekanîzmayek bê avakirin û statuya Ocalan hebe.”

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ji rojnameya Turkgun ku MHPê ye têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nexşereyeke bi 7 xalan pêktê parve kir.
Devlet Bahçelî têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk behsa nexşereya xwe ya ji 7 xalan pêk tê diyar kir ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan karibe li ser rêxistinê bandora xwe bidomînê, divê mekanîzmayek bê avakirin.
7 xalên nexşereya Devlet Bahçelî wiha ne:
“*Pêvajoya Tirkiyeyê ya bê têror û geşedan
*Merhaleya nû û nexşerê
Mekanizmaya koordînatoriyê, çerçoveya wê, rêvebirin û armanca wê
*Ji bo şopandina pêvajoyê avakirina saziyên ji bo qanûn û rêvebirinê
*Tirkiyeya bê teror, rastî û diyarde
*Di avakirina Tirkiyeya bê teror de rewşa civakî
*Encam”
‘Di têkiliyê de kêmasî hene’
Devlet Bahçelî bi 7 xalan geşedanên têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, banga 27ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û got pêvajo hatiye qonaxeke girîng. Devlet Bahçelî diyar kir ku di dan û standinê de û danîna tekiliyê de kêmasiyek heye û ji bo wê pêdivî bi nexşêreyek nû heye.
‘Divê statuyeke guncav a Ocalan hebe’
Bahçelî li ser statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî got ku divê statuyeke guncav a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebe û got: “Divê statuyeke guncav a Ocalan hebe. Pergalên ji hev cuda dê pêvajoyê zahmet bikin û îhtimala provokasyonan zêde bikin. Ji bo wê divê mekanîzmayeke nû ya ji bo avakarê rêxistinê bê avakirin ku bandora wî ya li ser rêxistinê bidome. Ji bo me mekanîzmaya pêvajoya aştiyê û koordînatoriya siyasî dê bibe statuyeke guncav.”


