Li başurê Şiliyê ji ber şewata zêde derketina derve hat qedexekirin
Di encama şewatên daristanên li başurê Şiliyê de 19 kes jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku şewat hê jî nehatiye vemirandin û rayedaran li herêmê ku ji ber şewatê zêde bandor bûne qedexeya derketina derve ya bi şev îlan kirin.

Li gorî agahiyên ANF NEWSê, li başurê Şiliyê şewatên ku roja Şemiyê li herêmên Nuble û Biobioyê derketiye û ji ber germahiya zêde û bayên gur şewat bi lez belav bûye. Wezîrê Ewlehiyê Luis Cordero ragihand ku di encama şewatê de heta niha 18 kesên ku jiyana xwe ji dest dane. Li herêma Biobioyê yek jî ku herî zêde ji şewatê bandor bûye jî herêma Nubleyê ye.
Serokdewletê Şîliyê Gabriel Boric, diyar kir ku ew bi fikar in ku zêdetir kes jiyana xwe ji dest bidin û anî ziman ku heya niha nêzîkî 300 xanî bi temamî şewitîne, lê belê ew li bendê ne ku ev hejmar ji 1000î derbas bibe. Boric, ragihand ku bi taybetî li bajarên Lirquen û Pencoyê ji ber ku rewş gelekî krîtîk e qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.
Şaredarê Pencoyê Rodrigo Vera, ragihand ku bes li bajarekî 14 kesan jiyana xwe ji dest dane. Welatiyên ji herêmê anîn ziman ku şewat di nava demeke gelekî kurt de belav bûne û gelek kes ji bo ku xwe ji şewatan rizgar bikin neçar mane ku xaniyên xwe biterikînin.
Li gorî rayedaran zêdetirî 50 hezar kes hatine veguhastin û nêzîkî 4 hezar agirkuj dixebitin. Hate ragihandin ku ji ber germahiyên zêde û bayên xurt şewat hê jî nehatine kontrolkirin. Serokdewletê Şîliyê Boric rewşa afatê îlan kir û pêşî li artêşê jî vekir ku beşdarî xebatên vemirandinê bibe.
Li Şîliyê di salên dawiyê de bi taybetî jî li herêmên navîn û başûr ên welêt gelek caran şewatên daristanan ên mezin derdikevin. Di encama şewata Sibata 2014an a li Vina del Marê de 138 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

