Li Berlînê bi deh hezaran ji bo Rojava meşiyan

Li bajarê Berlînê yê Almanyayê bi deh hezaran Kurdistanî û dostên kurdan ji bo piştgiriyê bidin gelê Rojava meşeke girseyî li dar xist. Girseyê bê navber “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Berxwedana Rojava” berz kirin.

1 deqe xwendin
Li Berlînê bi deh hezaran ji bo Rojava meşiyan

Bi deh hezaran Kurdistanî û dostên kurdan bi alên YPJ, YPG û alên kesk, sor û zer li kolana Berlînê ya Almanyayê kom bûn û meşek dirêj li dar xistin. Girseya ku bê navber dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Qatil Erdogan” û “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e” berz kirin, demek dirêj meşiyan. Girseyê her tim bi stran û dirûşmeyên xwe hêrsa xwe ya li dijî çeteyên HTŞê û Tirkiyeyê anîn ziman.