Li Brîtanyayê Salîh Muslim bibîr anîn
Meclisa Gel a Lîverpoolê siyasetmedar Salih Muslim bi bîr anîn û diyar kirin ku dê her tim wî bi berxwedan û têkoşînê bibîr bînin.

Meclisa Gel a Liverpoolê ji bo endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYDê Salih Muslim merasîma bîranînê li dar xistin. Meclisa Gel li Liverpool a Brîtanyayê merasîm pêk anî. Li hola merasîmê alên PYD, YPG, YPJ û TEV-DEMê daliqandin. Di merasimê de di şexsê Salih Muslim de ji bo şehîdên Azadiya Kurdistanê rêz girtin. Di bîranînê de sînevîzyona li ser jiyan, têkoşîn û tevkariya Salih Muslim a di Tevgera Azadiya Kurd de bi berfirehî vedibêje, hat pêşandan. Di pêşandanê de bal kişandin ser xebata Salih Muslim a di siyaseta demokratîk û rola di têkoşîna azadiyê ya gelan de lîstiye.
Berdevka Hevberdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif bi rêya înternetê beşdar bû û got: "Heval Salih Muslim şoreşgerekî ku tevkariyeke girîng di pêşxistina siyaseta demokratîk de kir. Ew ne tenê siyasetmedarek bû; ew welatparêzekî ku ji bo gelê xwe bedelên mezin da. Xebata wî di nav partiya me de dîrokî ye û ev xebat îro jî têkoşîna me ronî dike."
Hevjîna Muslim Eyşe Efendî jî bi rêya înternetê beşdar bû û diyar kir ku Salih Muslim ji bo yekîtî, wekhevî û azadiya hemû gelan, bi taybetî gelê kurd têkoşiya û got: “Wî bîrdoziya Rêber Apo perspektîfeke xwişk-biratî û jiyana hevbeş esas girt. Di tevahiya jiyana xwe de têkoşîna xwe li gorî van nirxan meşand.”
Hevberdevkê Civaka Azad a Brîtanyayê Êrîş Silimanî di bîranînê de axivî û got: "Şehîd Salih Muslim yek ji parêzvanên bihêz ên perspektîfa neteweya demokratîk û têkoşîna hevpar a gelan bû. Xebata wî ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelên li Rojhilata Navîn tevkariyeke girîng di têkoşîna azadî û demokrasiyê de kir. Erka me em mîrateya têkoşîna ku şehîdên me hiştine berfireh bikin û têkoşîna azadiyê ya gelên me hîn bêtir pêş bixin.”
Di bîranînê de dirûşmeya "Şehîd namirin" hat berzkirin. Bîranîn bi soza têkoşîna ji bo bîranîna şehîdan bi dawî bû.


