Li Colemêrgê rê hilweşiya

Li navenda Colemêrgê, ji ber barana zêde rêya di navbera gundên Peyanis û Şiwê de hilweşiya. Ji ber hilweşîna rê têkiliya bi gundan re qut bû.

1 deqe xwendin
Li Colemêrgê rê hilweşiya

Li navenda Colemêrgê, rêya ku di navbera gundê Peyanisê û gundê Şiwê de ye û gihandina gelek gundan li ser pêk tê, şevê din ji ber barana zêde hilweşiya. Ji ber vê hilweşînê, çûnûhatina ber bi gundan ve bi temamî rawestiya û gundî di nava zehmetiyê de man.

Gundiyên ku ji ber girtina rê mexdur bûne, bang li rayedaran kirin ku di zûtirîn demê de dest bi xebatên çêkirina rê bikin û pirsgirêka wan a çûnûhatinê çareser bikin.