Li dijî êrişên li ser Rojava bi hezaran kes li Êlih kom bûn
Li Êlihê bi hezaran kes di çarçoveya banga serferberiyê ya Rêveberiya Xweser a Rojava de kom bûn û banga mezinkirina têkoşînê û parastina destkeftiyên Rojava kir.

Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk, li Êlihê bi hezaran kes li ser bangawaziya seferberiya neteweyî ya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê hatin cem hev. Girseya li ber Peykerê Mafên Mirovan a Kolana Gulitanê kom bû, bi berzkirina dirûşm û çepikan piştgiriya xwe ya ji bo Rojava nîşan dide. Girseya xwest dest bi meşê bike rastî astengiya polîsan hat.
Li ser astengiya polîsan girseyê bi çepikan berteka xwe nîşan da. Parlementerê DEM Partiyê yê Êlihê Mehmet Rûştî Tiryakî axaftinek kir û astengiya polîsan şermezar kir. Ji ber ku destûra meşê nehate dayîn girse di kuçeyan cuda da herikî û bi sloganan dest bi meşê kir.

