Li DYAyê belgeyên Epstein tên nîqaşkirin

Wezareta Dadê ya DYAyê da zanîn ku di çerçoveya Qanûnên Zelal yên Dosyayên Epstein de hemû daneyên di destê xwe de parve kiriye lê endamên Kongreyê yên Komarparêz û Demokrat dibên ku hemû dane nehatine parvekirin.

1 deqe xwendin
Li DYAyê belgeyên Epstein tên nîqaşkirin

Wezîrê Dadê yê DYAyê Pam Bondî û cîgirê wezîr Todd Blanche ji Kongreyê re nameyeke şandibûn û gotibûn ku wan hemû daneyên der barê Epstein de parve kirine. Di nameyê de hatibû gotin ku tu dane ji bo berjewendiyên tu kesî nehatine veşartin. Lê endamên Kongreyê yên Komarparêz û Demokrat dibên ku hemû dane nehatine parvekirin.

Thomas Massie yê Komarparêz ku di amadekirina dozê de jî rol lîst got ku divê ne tenê belgeyên dozê di heman demê de dozên berê yên der barê Epstein û kesên pê re têkildar jî werin parvekirin. 

Herwiha Thomas Massie da zanîn ku wezareta dadê ji bo hin daneyan parve neke ji xala ‘nepeniya pêvajoya biryargirtinê’ ya hiqûqa DYAyê sûd werdigire. 

Ro Khanna yê Demokrat jî got ku Wezareta Dadê ya DYAyê bi belgeyên ku parvekiriye bi zanebûn der barê kesên navên wan di belgeyan de derbas dibe nezelaliyek ava kiriye. Ro Khanna dibê ku mijara ‘kî sucdar e, navê kî tenê di belgeyan de derbas dibe’ divê were zelalkirin. 

Parêzerê mexdûrên Epstein jî bertek nîşanê parvekirinên ku tê de wêneyên tazî yên mexdûran cih digirtin, da. Li ser vê bertekê wezareta dadê wêneyên behsa xeberê ji nav daneyan derxistibû.