Li Efrînê çete nahêlin şênî zeytûnên xwe berhev bikin

Çeteyên "Firqet Mutesêm" ên girêdayî Dewleta Tirk li gundê Zeirê yê bajarokê Bilbilê gef li şêniyan xwarin ku neçin nava zeviyên zeytûnan û mewsima îsal berhev nekin.

1 deqe xwendin
Li Efrînê çete nahêlin şênî zeytûnên xwe berhev bikin

Çeteyên "Firqet Mutesêm" ên girêdayî Dewleta Tirk li gundê Zeirê yê bajarokê Bilbilê gef li şêniyan xwarin ku neçin nava zeviyên zeytûnan û mewsima îsal berhev nekin. Ev gef bi taybetî li şêniyên beriya 2 salan vegeriyane Efrînê hatin xwarin.

Li hemberî wê şêniyan bertekên nerazîbûnê nîşan dan û îdiayên hikûmeta Şamê ku Efrîn di bin kontrola wê de ye, red kirin. Gundiyên ku ji ANHAyê re axivîn diyar kirin ku wan di 2 salên dawîn de ji bo ku lêçûna avdan, ajotin û kesaxtina daran bidin, pere deyn kirine.

Şêniyan destnîşan kir ku çete tevî sîxuran li nava zeviyan digerin, da ku serjimariyê bikin û daran ji xwe re diyar bikin.

Hemwextî wê, heta niha tevî giliyên şêniyan dîsa jî komîte û aliyên fermî yên hikûmeta Şamê ya demkî destwerdan nekirine.