Li Enqerê Newroz bi beşdariya gelek beşên civakê yên cuda hate pîrozkirin

Li Enqerê Newroz bi beşdariya gelek beşên civakê yên cuda hate pîrozkirin û banga têkoşîna hevpar hate kirin

1 deqe xwendin
Li Enqerê Newroz bi beşdariya gelek beşên civakê yên cuda hate pîrozkirin

Li Enqereyê ‘Newroza Azadî û Demokrasiyê’ li Anitparkê hatin lidarxistin. Bi hezaran kes, ji ciwan bigire heta mezinan, serê sibê ber bi qadê ve herikîn. Tevî baranê jî, ciwan û jin bi cilên neteweyî û herêmî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Herêm bi alên kesk û sor û zer hatin xemilandin. Jin bi kinc û rengên kesk û sor û zer hatin qadê. Kesên amade bi stranên Newrozê re govend gerandin. Girseyê gelek caran diruşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî berxwedana Rojava’û ‘Azadî ji bo Rêber Apo’ berz kirin.

Metna hevpar hate xwendin

Pîrozbahî bi kêliyek rêzgirtinê ji bo kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir. Nebun Nebahat Çalpan li ser navê Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqerê metna Kurdî ya daxuyaniya hevbeş û Pinar Guzel jî metna Tirkî xwendin.

Girîngiya pêvajoya aştî û civaka demokratîk

Piştî metnê axaftinên pîrozbahiyê ji aliyê Parlamenterên DEM Partiyê Berdan Ozturk, Seroka Giştî ya Devrîmcî Partiyê Elîf Torun Oneren ve hatin kirin. Di axaftinan de girîngiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hate bi bîrxistin û ji dewletê hate xwestin ku demildest gavên şênber bavêje. Berdan Ozturk bi taybetî balkişand ser statûya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwest ku şertê xebatê yên azad di zûtirîn demê de bên afirandin.

Bi govend û dîlanê dawî bû 

Piştî axaftinan Agirê Newrozê hate pêxistin. Pîrozbahiyê bi stran û govendê berdewam kir. Girseyê bi awayek aramî û bi slogan û çepikan dawî li pîrozbahiyê anî.