Li Enqereyê konê Aştî û Civaka Demokratîk
Meclisa Mezin a Tirkiyeyê di fermiyetê de nûnertiya hemû gelên Tirkiyeyê dike. Gelê Tirkiyeyê ji hemû bajaran wekîl şandine Meclisa Mezin a Tirkiyeyê (TBMM).

Meclisa Mezin a Tirkiyeyê di fermiyetê de nûnertiya hemû gelên Tirkiyeyê dike. Gelê Tirkiyeyê ji hemû bajaran wekîl şandine Meclisa Mezin a Tirkiyeyê (TBMM). Wekîlên ku hatine hilbijartin û nûnertiya gelê Tirkiyeyê dikin, hem di fermiyetê de û hem jî di pratîkê de divê bibin deng û vîna gel. Divê hemû pirsgirêkên aborî, siyasî, civakî, tenduristî, perwerdehî, jin, ciwan, çand, ziman û ekolojîk bibînin û di bin baneyê meclisa mezin de çareser bikin. Lê piraniya wekîlên hatine hilbijartin, ji ber ku vê erka xwe pêk bînin, gelek pirsgirêkên siyasî, civakî, darazî nakevin rojeva meclisê. Nabin rojeva meclisê. Gelek pirsgirêkên ku parlamenterên DEM Partiyê bi pirsnameyan di civînan de tînin rojevê jî, zêde ji aliyê partiyên din ên ku komên wan li meclisê ve nayên dîtin. Ji ber vê yekê mirov nikare bibêje meclis li gorî rol û rista xwe tev digere. Ji armanca xwe dûr e. Meclis halê hazir xizmeta civakê nake. Nûnertiya civaka demokratîk nake. Ji ber vê yekê Rêberê Gelê Kurd di gelek hevdîtin


