Li Enqereyê pevçûn derket
Li Enqereyê beriya lûtkeya NATOyê di serdegirtina DAIŞiyan de peçvûn derket.

Li Enqereyê ku lûtkeya NATOyê dê lê bê lidarxistin, li dijî DAIŞê serdegirtina malan pêk hat. Di serdegirtinan de di navbera polîsan û komekî de pevçûn derket. Di pevçûnê kesekî bi navê M.K. jiyana xwe ji dest da û N.K. bi birîndarî hat desteserkirin.
Têkildarî bûyerê lêpirsîn berdewam dike.


