Li Gazeyê di 15 mehan zêdetirî 75 hezar kes mirin

Di lêkolînekê de ku ji aliyê kovara The Lancet Global Health ve hatiye weşandin de, tê gotin ku di 15 mehan de 75 hezar filistînî li Xezayê hatine kuştin.

1 deqe xwendin
Li Gazeyê di 15 mehan zêdetirî 75 hezar kes mirin

Kovara tibê The Lancet Global Health duh der barê şerê Xezayê û hejmara qurbaniyan de lêkolînek weşand. Li gorî lêkolînê, di 15 mehên şerê Îsraîl û Hemasê de li Xezayê zêdetirî 75 hezar filistînî hatine kuştin. Di lêkolînê de hatiye diyarkirin ku rêjeya jin, zarok û kesên bi temen ên di şer de bûne qurbanî ji sedî 56 e. Ev rêje nêzî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ye.

’16 hezar ji ber nexweşiyan mirin’

Di lêkolînê de hatiye destnîşankirin ku delîlên hatine komkirin nîşan didin ku heta 5ê çileya 2025an, ji sedî 3-4 nifûsa Xezayê ji ber tundiyê hatiye kuştin û hejmareke mezin a miriyan ne girêdayê tundiyê ye, lê ji ber şerê nerasterast e. Di lêkolînê de hatiye diyarkirin ku nêzî 16 hezar kes ne ji ber tundiyê lê ji ber sedemên din ên wekî nexweşiyan mirine.