Li Geverê ahenga biharê
Bi bilindbûna pileyên germê re Deşta Geverê rûyê xwe yê biharê nîşan da û cilên xwe yên zer li xwe kir. Ev bedewiya ku bi berfa Çiyayê Cîlo re bûye yek, him dîmeneke efsûnî pêşkêş dike him jî ji bo welatiyan bûye dema berhevkirina giyayê penêr.

Deşta berfireh a Geverê ya ku bi vebûna kulîlkan re ketiye nav rengekî zer, bi lutkeyên Çiyayê Cîlo yê ku hîn jî bi berfê nixumandî ye re, tevlîheviyeke bêhempa derdixe holê. Ev dîmena ku rengekî spî û zer digihîne hev, bala her kesî dikişîne.

Ev guhertina xwezayê ne tenê çavan têr dike, di heman demê de ji bo şêniyên herêmê jî destpêka kedeke nû ye. Welatî yên ku berê xwe didin deştê, ji aliyekî ve li hemberî vê dîmena bedew bêhna xwe vedidin û kêfxweş dibin, ji aliyê din ve jî giyayên siruştî yên ku di çêkirina penêrê herêmî de tên bikaranîn berhev dikin.


