Li Hamburgê ji bo Roajva mîtîng li dar xistin

Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Hamburgê, ji bo protestokirina êrîşên komên hikumeta demkî û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Rojava li ber Mediamarkt a Hamburgê mîtîngek li dar xist.

1 deqe xwendin
Li Hamburgê ji bo Roajva mîtîng li dar xistin

Bi sedan kes beşdarî mîtîngê bûn. Nûnerên Meclîsa Jinê ya Rojbîn, TCŞ, enternasyonalîstên Elman, rêxistinên jinan ên çep û sosyalîst û Kurdistanî cih girtin. Li qadê pankartên “Türkischen Angriffskrieg und Dschihadisten stoppen! Verteidigt Rojava und die Frauenrevolution!”, “Stoppt die Angriffe auf Rojava und Rojhilat, Solidarität mit den Protesten im Iran!” û “Wir sind bereit, uns denen entgegenzustellen, die uns unsere Freiheit nehmen wollen!” vekirin. Li gel alayên TEV-DEM û Kurdistanê, dowîzên ku balê dikişandin ser êrîşên HTŞê hilgirtin.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistan û şoreşê dest pê kir. Di dema çalakiyê de sloganên “Jin Jiyan Azadî”, “Terorîst Colanî, Terorîst Erdogan”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Alle zusammen gegen den Faschismus” û “Bijî Berxwedana YPG-YPJ” hatin berzkirin û marşên berxwedanê hatin lêxistin.

Di dawiya mîtîngê de banga beşdariya meşa navendî ya 14ê Sibatê hat kirin, ku wê li Strasbourgê bi dirûşma “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Rojava re Statû” bê li dar xistin.