Li Îlamê ji malbatekê kurd 6 kes hatine kuştin
Di êrişa Îsraîl-DYAyê ya li ser navçeya Eywan a Îlamê de ji malbateke kurd 6 kes hatin kuştin.

Vê sibehê li bajarê Eywan ê ser bi parêzgeha Îlam ya Rojhilatê Kurdistanê, di encama êrişek asîmanî ya Emerîka-Îsraîlê de ji malbatekî kurd 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hate zanîn ku hîna jî cenazeyên wan ji bin kavilan nehatine derxistin û xebatên ji bo derxistina cenazeyan berdewamin.
Têkildarî êrişê Cîgirê Waliyê parêzgeha Îlamê di daxuyaniyekî de ragihand, vê sibehê ji ber êrişa Îsraîl-Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYA) ya li ser deverek niştecihbûnê ya li bajarê Eywan 6 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Her wiha da diyarkirin ku di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de zarokek 6 mehî jî heye û heta niha jî cenazeyên wan di bin kavilan de mane.


