Li Îranê 7 hezar û 15 kes hatin kuştin
Li gorî HRANA’yê heya niha 7 hezar û 15 kes hatine kuştin û 26 hezar kes jî birîndar bûne.

Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) têkildarî bîlançoya dawî ya xwepêşandanên li rojhilatê Kurdistan û Îranê raporek belav kir. HRANA ragihand ku ji destpêka xwepêşandanên li rojhilatê Kurdistan û Îranê ve 7 hezar û 15 kes hatine kuştin û 53 hezar û 552 xwepêşander hatine binçavkirin, herwiha 25 hezar û 845 xwepêşander birîndar bûne.
Li gorî raporê di nav kesên hatîn kuştin de 6 hezar û 508 xwepêşander, 226 zarok û 67 welatiyên beşdarî xwepêşandanan nebûne hene. Herwiha 214 endamên hêzên ser bi rejîma Îranê jî hatine kuştin. HRANA da zanîn ku ji serê xwepêşandanan ve 144 xwendekarên zanîngehê hatine binçavkirin, 11 hezar û 53 kes ji bo lêpirsînê ji bo dezgehên rejîma Îranê hatine gazîkirin.
Herwiha 355 xwepêşander bi darê zorê neçarî îtîrafê hatine kirin.


