Li Îranê êrişên li ser kurdan zêde dibe

Bi berfirehbûna şer re rejîma Îranê jî zedetir êrişî kurdan dike û gefan dixwe. Serokomarê Îranê Peseşkiyan bi gotina, “Çi kesên li ewlehiya dewletê bikevin nav tevgerê, mudahale bikin” fermana komkujiyan da.

1 deqe xwendin
Li Îranê êrişên li ser kurdan zêde dibe

Şerê Amerîka, Îsrîl û Îranê di roja 7an de gur dibe. Wezîrê Parastinê yê Amerîka û Fermandarê Giştî yên Îsraîlê diyar kirin ku hêzên wan di şerê deryayê û hewayê de derbên mezin li Îranê xistine. Di daxuyaniyan hate gotin ku li Tehranê û gelek bajarên din bênavber li binesaziya leşkerî dane û îmha kirine.

Serkwezîrê Îranê Mesud Pezeşkiyan jî di peyamek li ser hesabê xwe yê medya tijîtal belav kir û bang li waliyên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê kir. Pezeşkiyan ferman da wan ku walî û hêzên rejîmê li dijî Kurdan bikevin nav tevgerê. Pezeşkiyan pêşiyê bi gotina, “Gelê kurd ê qehreman her tim ligel dewletê bûye” niyeta xwe veşart û dûre jî bi gotina, “Walî û hêzên leşkerî dê li dijî derdorên cihêkar bibiryar êriş bikin û bikujin” fermana komkujiyan da.

Ev siyaseta kuştin û qirkirinê ji mêjve siyaseta rejîma Îranê ya fermî ye. Pezeşkiyan ku xwe ji vê dûr digirt û wekî reformîstan dihat pênase kirin piştî êrişên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê kefên li dijî kurdan zêde kirin.