Li Kobanê ji ber sermayê 4 zarok mirin

Li bajarê Kobanê ji ber sermayê 4 zarokan jiyana xwe ji dest daye.

1 deqe xwendin
Li Kobanê ji ber sermayê 4 zarok mirin

Ji ber êrişên çeteyên HTŞê û SMOyê ku Tirkiye piştgiriya wan dike, bi hezaran kes li rojavayê Kurdistanê koçber bûne. Koçberên ji cih û warên xwe bûne, di nava şert û mercên gelek dijwar û zehmet de ne.

Li gorî ku ANHAyê ji Nexweşxaneya Hêviya Nûjen a li Kobanê agahî wergirtine, 4 zarok ji ber kêmbûna xwarinê û ji ber sir û seqemê jiyana xwe ji dest dane.