Li Kobanê rewşa mirovî girantir dibe

Ji ber dorpêça giran a li ser Kobanê rewşa mirovî her ku diçe girantir dibe. Qedexeya derbaskirina alîkariyên mirovî û bêdengiya mirovî li hemberî dorpêçê dewam dikin.

1 deqe xwendin
Li Kobanê rewşa mirovî girantir dibe

Komên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê 16 roj e dorpêçeke giran daniye ser bajarê Kobanê û xetere li ser jiyana zêdetirî 600 hezar mirovî heye. Bi taybetî derman nayên peydakirin, şîrê zarokan û xurek li bazaran gelekî kêm bûne. Ji ber qutbûna elektrîkê beşên nexweşxaneyan sekinîn û madeyên sotemeniyê û pêdiviyên din ên jiyanî jî nayên peydakirin.

Li gorî lihevkirina 30ê çileyê ya di navbera HSD û hikûmeta demkî de ku 2yê sibatê 2026an bi pratîkî dest pê kir, divê dorpêça li ser Kobanê hatiba rakirin, lê dewam dike.

Li aliyekî din dewleta tirk a dagirker rê nade alîkariyên mirovî yên ku gelê bakurê Kurdistanê amade kirine, derbasî Kobanê bibin.