Li Kobanê zarokê 12 salî Dildar Rêzan Hiso jiyana xwe ji dest da
Dildar Rêzan Hiso yê 12 salî ji ber nexweşiya romatîzmayê, ji ber ku nekarî bê dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Komên ser bi Hikumeta Demkî ya Şamê ji 20ê çileyê û vir ve dorpêç danîne ser Kobanê. Li qada tenduristiyê gelek nexweşan tedawiya xwe li derveyî Kobanê dewam dikirin. Yek ji wan jî Dildar Rêzan Hiso yê 12 salî bû.
Malbata Dildar Hiso ew demeke dirêj bû li nexweşxaneya El Camiî ya Helebê ew tedawî dikirin. Piştî 26 rojan ji dorpêçê laşê Dildar êdî nema tehemul dikir, diviyabû derbasî Helebê bûbane. Doh Dildar Hiso ji ber nexweşiya xwe ya romatîzmayê li nexweşxaneya Kobanê wefat dike.
Li gorî agahiyên malbata wî dektorê tedawiya Dildar dike li Helebê ye, dikarîbû wî derman bike û ew wefat neke. Ji ber dorpêça li ser Kobanê û qutbûyîna rêya di navbera Kobanê û Helebê malbatê nikarîbû Dildar derbasî Helebê bike.


