Li Meksîkayê piştî mirina ‘El Mencho’ pêla tundiyê

Li Meksîkayê piştî ku yek ji lîderên kartelên herî xurt a tiryakê Nemesio Oseguera yan jî bi navê din ‘El Mencho’ di operasyona artêşê de hat kuştin, pêla tundiyê destpê kir.

1 deqe xwendin
Li Meksîkayê piştî mirina ‘El Mencho’ pêla tundiyê

Oseguera yê 59 salî, lîderê Kartela Jalisco Nueva Generación (CJNG) bû û di nava baronên tiryakê de ya ku herî zêde Meksîka û DYAyê lê digeriya, bû. Rêveberiya DYAyê ji bo girtina wî, heta 50 milyon dolar xelat danîbû. Hat diyarkirin ku operasyon bi desteka îstixbaratê ya DYAyê hat pêkanîn.

Piştî kuştina El Mencho li herî kêm 8 eyaletan navber dan perwerdeyê. Serokê Dewleta Meksîkayê Claudia Sheinbaum bang li gel kir ku ‘aram’ bisekinin.

Di operasyonê de 7 sûcdar hatin kuştin, 3 leşker birîndar bûn. Du endamên CJNGê hatin binçavkirin. Rayedaran ragihand ku çekên giran jî bi dest xistine.

Piştî operasyonê, komên çekdar ên endamên kartelê li 20 eyaletên welêt çalakiyên tundiyê dan destpêkirin.