Li Nîjeryayê cîhadîstan 46 sivîl kuştin

Hat destnîşankirin li Nîjeryayê çeteyên cîhadîst de li gundê Konkoso ya li herêma Borguyê 38 kes, li Tungan Makerî 7 kes û li Pissayê jî kesekê kuştin.

1 deqe xwendin
Li Nîjeryayê cîhadîstan 46 sivîl kuştin

Li Nîjeryayê ev demeke dirêj e êrişên çeteyên cîhadîst didomin û di encama van êrişan de gelek sivîl û welatî tên hedefgirtin û qetilkirin. Hat destnîşankirin ku hin komeke çeteyên cîhadîst bi ser gundan girtin û komkujî pêk anîn. Derbarê komkujiyê de çavkaniyên herêmî ji AFPê re derbarê êrişê de axivîne. Li gorî agahiyên çavkanî parve kirine li gundê Konkoso yê li herêmên Borguyê 38 kes, li Tungan Makerî 7 kes û li Pissayê kesek di encama êrişên çeteyên paşverû ve de hatine kuştin.

Komkujî, şewitîndin û revandin didomin

Hat diyarkirin ku di êrîşan de gelek mal hatine şewitandin û hin kes jî hatine revandin. Li gorî raporên ewlekariyê, êrîşkar bi motosîkletan ketin gundan û komkujî pêk anîn. Polîsan êrîşa li Tungan Makerî piştrast kir û gotin ku lêpirsîna têkildarî bûyerên didomein. Hat diyarkirin ku çeteyên paşverû yên cîhadîst bi taybetî derdora Daristana Kainji ya navbera eyaletên Kwara û Nîjerê, ev demek dirêje li ser gundan digirin û komkujiyan pêk tînin.

Cîhadîst di meha sibata 2025an 160 kes kuştin

Di destpêka meha Sibatê ya 2025an de li eyaleta Kwara zêdeyî 160 kes di êrişên cîhadîstan de hatibûn kuştin. Piştî êrişên dawî, lîderên ol û civakî yên herêmê bang li Serokê Dewletê Bola Tinubu kirin ku li herêmê baregeha leşkerî were avakirin. Li aliyê din, rêveberiya DYEyê rewşa ewlehiyê ya Nîjeryayê ji nêz ve dişopîne. Tê diyarkirin ku hevkariya leşkerî ya navbera Washington û Abuja, di demên dawî de zêde bûye.