Li Nisêbînê êrişî goran kirin

Li navçeya Nisêbînê, êrişî gorên şervanên kurd kirin. MEBYA-DERê êrişê şermezar kir û xwest êrîşkar bêne dîtin û cezakirin.

1 deqe xwendin
Li Nisêbînê êrişî goran kirin

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, kesên nasnameya wan nediyar êrîşî gorên şervanên kurd ên li Goristana Hecacilerê kirin. Gelek kevirên goran û mermerên li dora wan hatin şikandin. Êrîşkaran darên ku li kêleka goran hatibûn çandin rakirin. Ji meha Çileyê ve, leşker li ber goristanê nobedê digirin. Tê gotin ku êrîş ji hêla van leşkeran ve hatiye kirin. Hate hînbûn ku du hefte berê li heman goristanê êrişek bi heman rengî çêbûye. MEBYA-DERê bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kir. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevserokê MEBYA-DERê yê Mêrdînê Salih Kuday bertek nîşanî êrîşê da û diyar kir ku ew bi van êrîşan nikarin kurdan tune bikn û ev êrîş li dijî Kurdan û hemû mirovahiyê ye. Salih Kuday êrîş şermezar kir û got: “Li her quncikeke navçeyê kamerayên ewlehiyê hene. Ger hêzên ewlehiyê bixwazin, dikarin tavilê van provokatoran tespit bikin. Divê ev dijminên mirovahiyê demildest bên eşkerekirin. Em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin. 

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altinê jî destnîşan kir ku tişta hatiye kirin li dijî mirovahiyê ye û ew vê hovîtiyê qebûl nakin. 

Piştî daxuyaniyê li şuna darên hatin şikandin, darên nû hatin çandin.