Li Pakistanê di encama teqînê de 11 kes mirin

Li mizgefteke Şîayan a li paytexa Pakistan, Îslamabadê teqînek çêbû û di encamê de herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes birîndar bûn.

1 deqe xwendin
Li Pakistanê di encama teqînê de 11 kes mirin

Polîsên Pakistanê daxuyanî dan AFPê û ragihandin ku teqîn di dema nimêja înê de rû da.

Rayedarekî polîsan ê payebilind ku nexwest navê xwe eşkere bike, got, “Li mizgefteke Şîayan di dema nimêjê de teqîn çêbû. Heta niha me tespît kir ku 11 kes mirin û 20 kes birîndar in.”

Rayedarên herêmî jî ragihandin ku dibe hejmara birîndaran ji 80’ê derbas bike. Hîna sedemê teqînê nehatiye zanîn, têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.