Serokkomarê nû yê Iraqê Nizar Amêdî dest bi wezîfeyê kir

Serokkomarê nû yê Iraqê Nîzar Amêdî, bi fermî dest bi wezîfeyê kir.

1 deqe xwendin
Serokkomarê nû yê Iraqê Nizar Amêdî dest bi wezîfeyê kir

Piştî merasîma dewirgirtinê ya li Koşka Selam ya li Bexda û şûn de Nizar Amêdî bi fermî dest bi erka Serokomariya Iraqê kir.

Serokomariya Iraqê têkildarî dewirgirtina erka serokomariyê ya ji Letîf Reşîd, Nizar Amêdî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî merasîma dewirgirtinê ya li Koşka Selam ya li Bexda Nizar Amêdî bi fermî dest bi erka serokomariya Iraqê kiriye.

Nizar Amêdî piştî proseya azadkirina Iraqê weke serokomarê 6an dest bi wezîfeyê dike