Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

Feylezof û civaknas Edgar Morin ê fransî ku di Şerê Navxweyî yê Spanyayê de li kêleka eniya dijî-faşîst bû û piştgirî da banga Abdullah Ocalan, jiyana xwe ji dest da.

1 deqe xwendin
Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

Feylezof û civaknasê Fransî Edgar Morin di 29ê gulanê 104 saliya xwe de koça dawî kir. Li gorî agahiyên ku hevjîna wî Sabah Aboussalam daye Le Monde, Morin li Parîsê koça dawî kiriye.

Morin, piştgirî dabû Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin. Morin her wiha di daxuyaniyên xwe de daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan jî kiribû.