Barrack dê êdî li Iraqê bixebite
Erka Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê DYAyê Tom Barrack bi dawî bû. Hat zanîn ku dê Barrack ji bo karên cudatir were erkdarkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Marco Rubio li ser hesaba xwe ya medya dîjîtal daxuyand ku dê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Tom Barrack di erkeke cuda de were peywirdarkirin û wiha got: “Erka sersefîrê me yê Mezin Tom Barack bi dawî bû. Dê Tom Barrack bi ser navê rêveberiya Trump li Iraqê di xebatên cuda de pêşengtiyê bike."


