Balafira bêmirov a rûs li Romanyayê ket
Di dema êrişên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê de, balafira bêmirov a rûs kete qada hewayî ya endamê NATO Romanyayê û li avahiyeke li bajarê Galati ket. Ev yek bû sedema krîza navneteweyî.

Wezareta Parastinê ya Romanyayê ragihand ku şeva 28-29ê gulanê di dema êrişên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê de droneke rûs kete qada hewayî ya Romanyayê, piştî şopandina radarê li banê avahiyeke li bajarê Galati ket û bû sedema şewatê.
Di bûyerê de 2 kes bi rengekî sivik birîndar bûn, rêveberiya Romanyayê ev yek weke yek ji binpêkirinên herî cidî ya li ser xaka welêt nirxand.
Wezareta Karên Derve ya Romanyayê bûyer weke “nêzîkatiya bêberpirsyar” a Rûsyayê nirxand. Serokkomar Nicuşor Dan banga civîna lezgîn li Konseya Parastinê ya Bilind kir.
Wezîrê Karên Derve Oana Toiu jî diyar kir ku dibe ku madeya 4an a mekanîzmaya îstişareyê ya Peymana NATOyê bikeve rojevê.
NATOyê ev nêzîkatiya Rûsyayê weke “bêberpirsyarî” nirxand û şermezar kir. Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte ragihand ku ew bi rayedarên Romanyayê re di nava peywendiyê de ne.
Serokê Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen got, Rûsyayê di şerê li dijî Ukraynayê de ‘car din sinirê xwe derbas kir’. Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot jî bûyer weke “çalakiyeke bêberpirsyar” nirxand.
Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Andrii Sybiha diyar kir ku bûyera li Romanyayê car din nîşan da ku êrişkariya rûs ne tenê Ukraynayê, li herêma Behra Reş û hemû Ewropayê gefê dixwe.


